Akademîsyen û hunermendên Ermen: Divê hevbendiyek hebe ku rê li pêşiya komkujiyan bigire

Akademîsyen û hunermenên Ermen destnîşan kir ku dîroka Osmaniyan tijî qirkirin e û dewleta Tirk îro wê dîrokê temam dike. Her wiha diyar kir ku ji bo ku li hember wê bisekinin û aştî pêk were, yekitiya gelan çareseriya yekane ye.

Akademîsyen û hunermendên Ermen: Divê hevbendiyek hebe ku rê li pêşiya komkujiyan bigire
25 nîsan, 2023   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Pêşiyên Tirkiyeyê Osmaniyan komkujiyên hovane li dijî pêkhateyên herêmê pêk anîn. Ne xiristiyan, ne misliman ne jî êzidî jê filitîn. Dewleta Tirk niha jî li ser şopa pêşiyên xwe, komkujiyên din li dijî gelên li Sûriye, Lîbya, Iraq, Yewnanistan û Kurdistanê pêk tîne.

Osmaniyan li dijî Ermenan di 24`ê Nîsana 1915`an de komkujî pêk anî. Di encamê de milyonek û 500 hezar Ermen hatin kuştin. Gelek dewletan ew wek jenosîd bi nav kir. Tevî wê jî, dewleta Tirk komkujiyên din li dijî kêmneteweyan domandin.

/kr/uploads/files/2023/04/24/201047_.webp

Rojnamevan û dîplomatê Ermen Hamo Moskoviyan der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Dîroka Osmaniyan, Komara Tirkiyeyê û dewletên ji rijandina xwînê hez dikin, li ser komkujiyên domdar, qirkirin, koçberî, talankirin û teqînan ava bûye.”

Moskoviyan wiha domand: “Kabûsa bi serê Ermen, Kurd, Suryan, Asûr, Ereb û neteweyên bindest de hatiye domdar e. Yekitiya wan neteweyan dê rê li pêşiya vê kabûsê bigire.”

/kr/uploads/files/2023/04/24/201018_.webp

Serokê edîtoriya rojnameya California Courier Harût Sasoniyan jî diyar kir ku naskirina van komkujiyan, di pêkanîna hin gavan de nabe alîkar, naskirin xwedî qîmeteke exlaqî ye û ji bo îsbatkirina rastiyê ye.

Sasoniyan wiha got: “Jê girîngtir heye ku xwe bigihînin dadgeha navneteweyî û Tirkiye neçar bikin ji bo ku tazmînatan bide, milk û malên ku dizîne vegerîne xwediyên wê yên rastîn.”

/kr/uploads/files/2023/04/24/201101_.webp

Lêkolîner Yagiya Taşjiyan jî bang li Kurd, Ermen, Asûr û gelên din kir ku li hember nîjadperestiyê hevkariyê xurttir bikin.

Taşjiyan ev li gotinên xwe zêde kir: “Me berê dît çawa li dijî Ermen û kêmneteweyên din komkujî pêk anîn. Dûre Kurd û êzidî neçar kirin ku ji axa xwe derkevin. Di encamê de li dijî Kurd û elewiyan komkujî pêk hatin.”

Taşjiyan bal kişand ser girîngiya yekitiya gelan ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qirkirin û got: “Pêwîstî bi însiyatîfên yekitiyê heye. Ev demê dixwaze ji bo ku bawerî di navbera civakên cuda de, ava bibe. Lê ez di vî alî de pêşbîn im ku em dikarin wiha bikin ji ber ku ew çareseriya yekane ye ji bo ku em aştiyê bi dest bixin.”

Hunermend Mahir Serkisiyan jî got: “Heta piştî pêkanîna komkujiyan li dijî ermen, ereb, kurd, suryan û yewnan, Tirkiye îro roleke sûcdar û kirêt li Sûriye, Iraq, Qibris û Lîbya û bi rêya xulamê xwe Azerbeycanê li Kafkasyayê dilîze.”

Serkisiyan diyar kir ku Tirkiye ne tenê wisa dike, lê belê êriş û topbaran dike, piştgiriya rêxistinên terorîst li Rojhilata Navîn û dûr dike, di heman demê de hewl dide ku kurd, ermen, ereb, suryan û asûran ji hev parçe bike.

Serkisyan, ji bo rawestandina komkujiyên dewleta Tirk, banga pêkanîna yekitiyê di nava Kurd û Ermenan de kir.

/kr/uploads/files/2023/04/24/201033_.webp

Generalê malnişîn Narîk Îbrahîmiyan jî bang kir ku li ser asta navneteweyî hesab ji berpirsên komkujiyan bê xwestin, mafên madî û manewî li mexdûran vegerin.

Di heman demê de Îbrahîmiyan got hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, bi taybet dewletên hegemon û diyar kir ku ji bo van dewletan jî mafên mirovan ne xem e.

Li ser hevbendiya Kurd, Ereb û Ermenan jî Îbrahîmiyan wiha anî ziman: “Ger tiştek wisa çêbe, divê ne li gorî berjewendiyan be. Divê hevbendî, nêrîneke diyar û stratejiyeke wisa diyar bike ku di pratîkê de pêk tê, da ku armancên vê nêrînê pêk werin. Divê helwesta destpêkê, ne berjewendî be, ev esasek e ku rê li pêşiya kiryarên wisa di pêşerojê de digire.”

(şx)

ANHA