Li Bakur 150 kes hatin girtin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di operasyona qirikrina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Bakur 150 kes hatin girtin
25 nîsan, 2023   05:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Operasyona qirkirina siyasî ji Amedê destpê kir û li gelek bajaran serdegirtina malan hate kirin. Polîsan her wiha dest danîn ser hin pirtûk û materyalên dîjîtal.

Li gorî ANF`ê di serdegirtinan de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok, nûçegihanê MA'yê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Halîse Dakali, parêzer Ozum Vûrgûn, Bunyamîn Şeker, Berdan Acûn, Pîrozhan Karali, şêwirmendê çapemeniyê yê Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz Sezen Mercan, ji Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim jî di nav de gelek siyasetmedar hatin destgîrkirin.

Xwediyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li cihê serdegirtin hate kirin nebû nehate destgîrkirin. Li gele navnîşanan lêgerîn dewam dike.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û got, "Desthilatdarî beriya hilbijartinê bi tirsa windaikrinê careke din dest bi operasyonên destgîrkirinê kir. Serê sibehê endamên Desteya Rêveberiya Navendî, alîkarên hevserok, rojnamevan, hunermend û parêzer jî di nav de bi dehan hevalên me li Amedê hatin destgîrkirin. Hûn ê ji têkçûnê rizgar nebin."

OZDEMÎR: 150 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ragihand ku bi fermana Serdozgeriya Komarê nêzî 150 kes hatine destgîrkirin.

Ozdemîr got, "Operasyon hîn jî dewam dike. Destgîrkirin dewam dike. Li buroyên gelek hevalên me yên parêzeran lêgerîn dewam dike. Heta niha hincetê eşkere nakin. Hinceteke ku ji me re hatiye gotin nîne. Operasyonek li hemberî pîşeyên cuda ye. Hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer jî di nav de hene. Lêpirsîneke giştî ye."

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî li ser hesabê medya dîjîtal ragihand ku li Amed, Êlih û Rihayê rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û welatî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.