Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Ji bo parastina ewlehiya civakê em dudilî nabin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jina di bûyera şêlandinê de ku di 13`ê Nîsanê de pêk hatiye, birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.  Her wiha eşkere kir ku wan kesên sûcdar girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Ji bo parastina ewlehiya civakê em dudilî nabin
19 nîsan, 2023   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê bûyerê de daxuyaniyek da û tê de ev agahî parve kirin:

Pêncşemê 13`ê Nîsanê, jinek li bajarê Hesekê ji aliyê 2 kesên ku li motorsîkletê siwar bibûn, hate şelandinê. Di encamê de di bûyerê de ew jin ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû. Ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber ku birînên wê giran bû, duh sêşemê 18`ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

Asayîşa me tev hemî beşên xwe bi taybet hêzên me yên li dijî tawanan di heman rojê de dest bi lêkolîn û şopandinê kir. Di encamê de ew diz girt. Ji bo ku cezayê xwe bigirin ji rayedarên dadwerî re hatin şandin.

Em jî piştrast dikin ku hêzên me dê dudilî nebin ji bo şopandina her kesî ku ewlehî û aramiya civaka me tehdîd dike.”

(şx)