kujerê Tûrelî nehatiya girtin û agahiyên der barê bûyerê de nayên eşkerekirin

Li ser qetilkirina Hûseyîn Tûrelî re du roj derbaz bûn, lê heta niha kujer nehatine destgîrkirin. Li ser vê yekê Rojnews’ê xwe gihand Rêveberiya Polîsên Dihokê û wiha bersiv hate dayîn: “Der barê vê dosyeyê de ti agahî nayên eşkerekirin.”

kujerê Tûrelî nehatiya girtin û agahiyên der barê bûyerê de nayên eşkerekirin
19 nîsan, 2023   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Karsaz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Tûrelî di 17’ê Nîsanê de saet di 20:30’an de li Family Mall a Dihokê dema li ser karê xwe bû, di encama êrişeke MİT’a Tirk de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan Hûseyîn Tûrelî li nava Family Mal bûye. Dema Tûrelî li ser karê xwe bûye, rastî êrişê hatiye. Hate gotin, di encama gulebaranê de 6 gule li Tûrelî ketiye û paşê jiyana xwe ji dest daye.

Roj News vê êvarê der barê qetilkirina Hûseyîn Tûrelî de agahiyên din parve kirin ku xwe gihandiye Berdevkê Rêveberiya Polîsên Dihokê Hêmin Silêmanî danî.

Li gorî Roj Newsê Hêmin Silêmanî wiha bersiv daye wê: “Li ser lêkolîn dikin, lê der barê vê dozê de ti agahiyek ji bo medyayê belav nakin.”

Roj News diyar kir ku balkêş e çawa destûr hatiye dayîn ku kujer bi çekê derbasî Family Mall bibe, di heman demê de ji bilî derbasbûna di amûra sînevîzyonê de, ji aliyê pasewanan ve jî lêgerîn tê kirin, her wiha tevî van jî kujer piştî kuştina welatparêz çawa reviyaye.

Roj Newsê da zanîn ku tevahiya Family Mall a Dihokê bi kamerayan dagirtiye, hêzên emnî dikarin bi rêya wan kamerayan kujer bibînin û radestî Dadgehê bikin.

Lê heta niha kujer nehatiye girtin û gotinên polîsên Dihokê jî mijarê gumantir dike.