HRRK: Pêşwazîkirina Tatlises li Başûrê îxaneta li xwîna şehîdan e

HRRK pêşwazîkirina hunermend Îbrahîm Tatlises li Başûrê Kurdistanê  şermezar kir û got, pêşwazîkirineke wisa, şerm e û li hember xwîna şehîdan bêrêzî ye.

HRRK: Pêşwazîkirina Tatlises li Başûrê îxaneta li xwîna şehîdan e
19 nîsan, 2023   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) der barê pêşwazîkirina Îbrahîm Tatlises li Başûrê Kurdistanê de tevî ku dema dagirkrina Efrînê sala 2018`an ji artêşa Tirk a dagirker stra bû, daxuyaniyek da.

HRRK di daxuyaniyê de diyar kir ku li gel berdewamkirina sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Rojavayê Kurdistan nexasim li Efrîn, SErêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, berdewamkirina hemleyên qirkirinê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, pêşwazîkrina tatlises bi vê şêwazê, şerm e û li hember xwîna şehîdên kurdan bêrêzî ye. Her wiha HRRK ev pêşwazîkirin, bi pêşwazîkirina Sedam Huseyn bi nav kir ku piştî hemleyên Enfalê û komkujiya Helebçeyê hate pêşwazîkirin.

HRRK ev yek şermezar kir û got: “Li dijî nirxên kurdeyatiyê ye. Em bêdengiya hemû saziyên çandî û sivîl, desteyên civaka sivîl û rewşenbîran ên Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Bêdengî û xemsariya hin aliyan bedbiniyeke kûr ji bo me bû. nasnameya me ya netewî ya kurdî li me ferz dike ku em bi awayekî cidî li hember hewldanên têkbirina vê nasnameyê û rûmeta me bisekinin. Divê bi rêbazên wiha re, cidîbûn hebe ku zirarê digihîne xîtaba me ya hevbeş ya çandî û netewî û naskirina me ya çarenûsê. Divê her rewşenbîrek û xwedî wijdan, li hember van bûyeran helwesteke cidî nîşan bide ji ber ku li dijî çanda netewî, xiyaneteke mezin e.”

(şx)