Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor

Bi dirûşma “Êzdatî nasnameya ye, çand e, dîrok û berxwedan e" li Şehbayê cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin

Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
Li Şehbayê pîrozbahiya Çarşema Sor
19 nîsan, 2023   12:24
ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê li qada gundê Maretê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Qad bi wêneyan û gulan hatibû xemilandin. Li ser navê Rêveberiya Êzidiyên Efrînê Hisen Hesen axivî û cejna Çarşema Sor li tehavî gelan pîroz kir.

L iser navê Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û got: “Projeya ku îro Rêber Apo diyarî me kiriye, hişt rastiya dîrokê derkeve holê. Em cejna Çarşema Sor li Rêber Apo pîroz dikin."

Bekir Elo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xeta pêxember Zerdeşt ji bo me diyar kiriye, xeta xêrê ye.”

Her wiha koma mamosteyan û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya zarokan qewlên Çarşema Sor gotin.

Şahî bi stranên hundermend Efrînê Rêzan Bekir, Mihemed Welîd û Meryem Mihemed, her wiha Koma Veger a Efrînê û Koma Şengalê û govendê bi dawî bû.

(zş)

ANHA