‘Turelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku welatparêzê Kurd Huseyîn Turelî êvara 17'ê Nîsanê li Dihokê ji aliyê MÎT'ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye qetilkirin.

‘Turelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin’
19 nîsan, 2023   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha tê gotin:

“Huseyîn Turelî yê ku di raya giştî de wek welatparêzekî ji Êlihê dihat naskirin, li Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin. Gelek saziyên welatparêz ev êriş bi tundî şermezar kir û bertekên xwe anîn ziman. Wekî ku ji van agahiyan tê fêmkirin Huseyîn Turelî jî wek gelek welatparêzên Bakur ji ber sedemên siyasî çûye Başurê Kurdistanê û di encama êrişê de hate qetilkirin.

Huseyîn Turelî berê jî li Duhokê rastî êrişa çekdarî hatibû. Ji ber ku cara duyemîn rastî êrişan hat û êrişa nîşan dide ku qetilkirina Huseyîn Turelî biryara dawî ya dewleta Tirk û MÎT'ê ye û ev êriş bi piştgiriya Parastinê pêk hatiye. Hevkarî û piştgiriya Parastin di hemû sûîqest û qetlîamên ku MÎT’ê li Başûre Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî eşkere tê dîtin. Her çiqas tê zanîn Huseyîn Turelî di hedefa dewleta Tirk û MÎT'ê de ye jî, tedbîr nehat girtin û cara duyemîn bû hedef û hat qetilkirin. Qetilkirina wî vê rastiyê derdixe holê. Di rastiyê de PDK li hemberî van êrişan ti bertek nîşan neda û rêxistina Parastinê welatparêzên ku ji ber sedemên siyasî diçin Başurê Kurdistanê destgîr dike û gefan li wan dixwe, dixwaze wan bike sîxur û bi awayekî eşkere dibêje heke hûn dev ji welatparêziya xwe bernedin, hûn ê nikaribin bijîn. PDK bi vî rengî nêzî welatparêzên ku ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bûne û li Başurê Kurdistanê bi cih bûne, dibe, ji bo ku MÎT van welatparêzan qetil bike jî piştgiriyê dide. Heke ne ji piştgiriya PDK û Parastinê be, MÎT nikare pêyê xwe biavêje Başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike.

PDK ne tenê di kuştina welatparêzan de ya li bajaran, her wiha li her derê hevkariyê bi polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan re hevkariyê dike. Di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî gerîla de bi dewleta Tirk re tevdigere, li Şengal û Mexmûrê piştgiriyê dide êrişan, li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li gel çeteyan cih digire. Li Efrîn a dagirkirî demografya hatiye guhertin, Kurd ji Efrînê hatine dûrxistin, yên mayî jî her roj bi êşkence û gefa komkujiyê re rû bi rû hatine hiştin û her roj êriş li wan tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de PDK bi navê saziya xêrê li Efrînê deverên fermî vedike. Gelo ev çawa dibe? Gelo ev ne hevkarî ye bi dagirkeran û qirkerên Kurdan re ye? Bêguman raya giştî û gelê Kurd zane û dibîne ku PDK li ku derê disekine û çi dike.

PDK li Bakurê Kurdistanê jî ji bo kontrayên tetîkkêş ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên AKP-MHP'ê di hilbijartinan de bi ser bikevin dixebite, bang li hin kesên ji Bakurê Kurdistanê dike, bi wan re hevdîtinê dike, ji wan dixwaze ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin AKP-MHP'ê, piştgiriyê bidin şefê faşîst ê dijminê Kurdan Tayyîp Erdogan. Bi medya û çapemeniya xwe vê piştgiriyê bi şênberî nîşan dide, her roj kujerên bi hezaran welatparêzên Kurd derdixîne televîzyonan. Gelê Kurd ê welatparêz van kiryarên PDK'ê baş zane û dişopîne.

Em, êrişa li ser Huseyîn Turelî şermezar dikin. Ev êriş mîna êrişên beriya niha ji aliyê MÎT'ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye kirin. Bi rêya van êrişan dixwazin welatparêzan bitepisînin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên welatparêz demokratîk divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êriş kirine û hevkarên wan bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin."