Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser

Beşdarên pîrozbahiya cejna Çarşema Sor pesna beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser da û destnîşan kir ku beyanname dê mafên hemû çand û olan misoger bike.

Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
Di pîrozbahiya Çarşema Sor de pesndayîna beyannameya Rêveberyia Xweser
19 nîsan, 2023   11:25
 QAMIŞLO

Pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor li gundê Dugirê yê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji aliyê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ve hat organîzekirin.

Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û tevger û rêxistinên jinan, gelek kesayet tev li pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê, Koma Laleş a zarokan sirûdên olî pêşkêş kirin. Piştre bi navê Mala Êzidiyan hevserok Leyla Mehmo axivî.

Hevserokê Mala Êzidiyan Silêman Hemo jî axivî û bal kişand ser taybetiya Çarşema Sor ji bo civaka êzidî û got: “Her ol xwedî baweriyeke cuda ye. Lê ev rewş ji bo civaka êzidî cuda ye. Ew xwedî rastî û felsefeyekê ye. Êzdatî ji olên din zêdtir nêzî zanistê ye, tiştê ku wê cuda dike jî ev e.”

Hemo pesna rola Rêveberiya Xweser di misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û civakan de, kir û got: “Ev 11 sal e, em di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên xwe yên leşkerî de vê cejnê bi serbestî û di nava demokrasiyê de pîroz dikin.”

‘BEYANNAMEYA RÊVEBERIYA XWESER MAFÊ HEMÛ OLAN MISOGER DIKE’

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso cejna Çarşema Sor li civaka êzidî, hemû kesên ji bo parastina ol, nirx û çanda dîrokî tê dikoşin, şervanên azadiyê, jinên têkoşer û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hiso behsa girîngiya vê cejnê ji bo civaka êzidî jî kir û got: “Gelek wateyên dîrokî yên mezin ên vê cejnê hene. Ev cejn veguheriye cejna aştî, xweza û mirovahiyê. Li kêleka wateyên olî, ev cejn xwedî gelek wateyên neteweyî ye jî.”

Hiso di nava axaftina xwe de bal kişand ser beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Ev beyanname rastiya çareseriya siyasî ya maqûl û rasteqîn îfade dike. Di heman demê de mafên kes, çand û olan misoger dike, ev çareya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê û Rojhilata navîn e.”

Di dawiya pîrozbahiyê de, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê xelat kir. Piştre komên stran û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

(c)

ANHA