Sersaxî ji malbata şehîd Cemîl Şêx Hindî re hat xwestin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîd Cemîl Şêx Hindî (Cemîl Tirbespiyê) re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Cemîl Şêx Hindî re hat xwestin
8 nîsan, 2023   11:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Cemîl Şêx Hindî (Cemîl Tirbespiyê) ku li navenda navçeyê hatiye vedan.

Şervanê QSDʹê Cemîl Şêx Hind 6ʹê Nîsanê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hac Evdê Xelef axivî.

Hac Evdê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku pêkhateyên herêmê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn yek û bi hev re berdêl dan.

Endamê Meclisa Leşkerî ya kantona Qamişloyê Mihemed Zêdan jî got ew ê yekitiya xaka Sûriyeyê biparêzin û têkoşînê bidomînin heta ku herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Di merasîmê de hevseroka nivîsgeha PYDʹê ya Tirbespiyê Hediye Şemo îşaret pê kir ku ew ê bi xeta demokratîk ve girêdayî bin û bi gel û hêviyên wî re bin.

Her wiha bi navê malbata şehîd Hindî, biraziyê wî Hisên Salih anî ziman ku ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin û bi her şehadetekê re soza şopandina xeta şehîdan nû dikin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA