​​​​​​​Dayikên gerîla: Her dayikeke Kurdistanê dayika Harûn e

Dayikên gerîla radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir û destnîşan kir ku her dayikeke li Kurdistanê dijî, dayika gerîla Harûn e.

​​​​​​​Dayikên gerîla: Her dayikeke Kurdistanê dayika Harûn e
8 nîsan, 2023   11:29
KOBANÊ

Li herêma Zergûza ya navçeya Hezex a Şirnexa Bakurê Kurdistanê gerîlayê HPG`ê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji aliyê komeke kontrayan (cerdevan) ve hat dorpêçkirin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Têkildarî mijarê, dayikên gerîla yên Kobanê daxuyaniyek da. Dayika gerîlaya şehîd Destîne Amara, Neîme Haqîl li ser navê dayikan axivî.

Dayikan radestkirina gerîla Harûn ji aliyê komeke cerdevan ve ji dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir û wek “xencereke nû yê xiyanetê” bi nav kir.

Dayikan diyar kir ku beriya niha jî xiyanetkar bûne sedema parçekirina Kurdistanê û di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê de hevkarî kirin.

Dayikan got: “Divê navê Kurd li wan cerdevanan neyê kirin. Ew xayin û xwediyên nefsên lawaz in û xwe difiroşin dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaza Kurdan li her derê tune bike. Her dayikeke li Kurdistanê dijî, dayika gerîla Harûn e. Heta ku Harûn azad dibe, em ê li pişt wî bin.”

(c)

ANHA