​​​​​​​Tevî birayra bêçalakiyê artêşa dagirker êrişan dewam dike

Tevî biryara KCK`ê ya bêçalakiyê, artêşa Tirk a dagirker êrişên bejahî û hewayî li dijî qadên berxwedanê yên gerîla dewam dike.

​​​​​​​Tevî birayra bêçalakiyê artêşa dagirker êrişan dewam dike
8 nîsan, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

Li herêma Zapê;

Di 7’ê Nîsanê de dagirkeran êrîşî çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û pevçûn çêbû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 7’ê Nîsanê de herêma Girê Bahar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 7’ê Nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 26 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”