​​​​​​​Eşîrek Ereban bertek nîşanî Komkujiya Cindirêsê da

Rûspiyê eşîra Benî Sultan sûcên li dijî xwecihên herêmên dagirkirî şemrezar kirin û diyar kir Komkujiya Cindirêsê, kîna dewleta Tirk a dagirker a li hember Kurdan û gelên azadîxwaz nîşan dide.

​​​​​​​Eşîrek Ereban bertek nîşanî Komkujiya Cindirêsê da
3 nîsan, 2023   04:41
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê ya Efrînê komkujî pêk anî, di encamê de 4 welatiyên ji heman malbatê şehîd bûn.

Rûspiyê eşîra Benî Sultan a li Minbicê Mahir Hec Mihemed komkujî şermezar kir û sersaxî ji malbatên Şehîdên Komkujiya Newrozê re xweset û got: "Em hemû dizanin ku agirê Newrozê ji bo gelê Kurd nîşaneya rizgarbûna ji zilm û bindestiyê ye."

Mahir Hec Mihemed wiha domand: "Komkujiya Cindirêsê ne komkujiya yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin. Ji dema dagirkirina Efrînê de sûcên mîna qetilkirin, revandin û desteserkirina mal û milkan ên bi armanca qirkirina gelê Kurd dewam dikin."

Hec Mihemed sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî şermezar kirin û destnîşan kir ku ev sûc li eniya mirovahiyê deqek reş in û nîşaneya dijberiya dewleta Tirk a dagirker a ji gelên azadîxwaz re ye.

Hec Mihemed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcdarên komkujiyê û di serî de dewleta Tirk a dagirker ceza bikin.

Hec Mihemed piştevaniya xwe ji bo şêniyên Cindirêsê nîşan da û anî ziman ku dê sala 2023′yan bibe sala azadiya tevahî gelên li herêmên dagirkirî.

Hec Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Wek şêx û rûspiyên eşîran bi israr û hevgirtina tevahî pêkhateyên herêmê em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

(fr/c)

ANHA