ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2023
2 nîsan, 2023   23:00

-Kongra Star û HPCʹê yên navçeya Tirbespiyê têkildarî Hefteya Lehengiyê û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan civînekê li hola PYDʹê li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star a Dêrikê semînerekê li navenda xwe ya li navçeyê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi  boneya 4ʹê Nîsanê Kongra Star a navçeya Amûdê serdana malbatên şehîdan dike, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa bajarê Qamişlo û Şaredariya Gel pêngava çandina daran li Parka Şehîd Baran organize dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Platforma Ekolojîk a Jinan pêngava çandina daran li gundê Topiz ê Amûdê organize dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê jî pêngava çandina daran li goristana Şehîdan a li gundê Ebû Hemam li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa ombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê têkildarî bûyerên xwekuştinê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra Benî Sultan sûcên li dijî xwecihên herêmên dagirkirî şemrezar kirin û diyar kir Komkujiya Cindirêsê, kîna dewleta Tirk a dagirker a li hember Kurdan û gelên azadîxwaz nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Tebqayê bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hewl dide ku Parka 4`ê Nîsanê ji hemû aliyan hazir bike û 200 dar lê biçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pispor û lêkolînerên Ereb diyar kir ku biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker nêzîkatiyên wê ya exlaqî û mirovî nîşan dide. (BI WÊNE).

JIN

- Dayikên şehîdên YPJ`ê bi boneya salvegera damezirandina yekîneyê destnîşan kirin ku keçên wan li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin nîşan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Êrişên Îsraîlê yên dijî nuqteyên hêzên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê ve careke din dûbare bûn. Îran jî soza bersivdayînê dide.  Lêkolînerekî diyar kir ku rol û siyasetên herêmî û navneteweyî yên hêzên ku destwerdanên li Sûriyeyê dikin dewam dikin da ku her yek stratejiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi cih bînin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Piştî ku parlametoya Iraqê li gorî pergala ʹSainte-Lagueʹ guhertin di qanûna hilbijartinan de pêk anîn, siberoja hilbijartinan jî nezelal dimîne. Li gorî hin çavdêran dibe serhildaneke gel li hember "têkbirina îradeya gel" dest pê bike. Çavdêrên din jî diyar ku dê rola serhildana gel di pêkanîna guhertinan de ne aktîf be. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Tevî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji 5 salan ve li dijî Kurdan, mal û milk û çanda wan li bajarê Efrîna dagirkirî didomin, dîsa jî komkujiya Cindirêsê hevsengî tev guherand û hêviya dawî jî weşand û rastiya hemû dagirkerên Efrînê eşkere kir, her wiha hişmendiya nijadperest û zikreşiya li hember Kurdan jî diyar kir û rastiya partiyên kurdî yên girêdayî Îtîlafî Sûriyeyî derxist holê.

ANHA