​​​​​​​ʹBiryara KCK'ê nêzîkatiyên wê ya exlaqî û mirovî nîşan dideʹ

Pispor û lêkolînerên Ereb diyar kir ku biryara KCK'ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker nêzîkatiyên wê ya exlaqî û mirovî nîşan dide.

​​​​​​​ʹBiryara KCK'ê nêzîkatiyên wê ya exlaqî û mirovî nîşan dideʹ
3 nîsan, 2023   03:27
QAHÎRA -MUHSIN EL MISRÎ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de destnîşan kir ku wan biryar dane biryara rawestandina çalakiyan heta dawiya hilbijartinê dewam bike.

Ji ber erdheja ku 6ʹê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbû, KCKʹê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî li dijî dewleta Tirk a dagirker. Lê tevî vê biryarê jî artêşa Tirk êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.

ARMANC MIROVAHÎ YE

Nivîskar û lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Stêt diyar kir ku daxuyaniya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat a li ser rawestandina çalakiyên leşkerî heta dawiya hilbijartinên li Tirkiyeyê delîlekî din ê dilsoziya vê rêxistinê ye.

Welaa Ebû Stêt ji ANHAʹyê re axivî û got: "Ji ber vê nêzîkatiyê KCKʹê hêjaye rêzgirtinê ye. Piştî erdheja wêrankir a ku li welat çêbû KCKʹê biryara rawestandina çalakiyan da. Ruxmî ku rejîma Tirk êrişên xwe li dijî partiyê zêde kiriye jî,  lê bi rastî çalakî rawestandin. Ruxmî hewldanên bi salan ên rejîma Tirk KCKʹê bi tevgerên xwe yên li ser erdê û nêzîkatiyên xwe cihekî girîng qezenc dike û çarçoveya alîgirên wê berfireh dibe.ʹʹ

Hêzên Parastina Gel (HPG) roja Şemiyê 1'ê Nîsanê di daxuyaniyekî de ragihand ku dewleta Tirk di meha Adarê de hezar û 482 êriş bi topên fisforî, bombeyên qedexekirî û çekên kiymewî li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê pêk anî.

Welaa destnîşan kir ku KCKʹê her tim di demên aloziyên ku li Tirkiyê çêdibin de însiyatîfên wiha dide. Her wiha diyar kir ku ev yek pabendbûna wê ya exlqaî di demên şer de nîşan dide, di gel ku dewleta Tirk ji vê yekê bê par e.

DOZEK ADILANE MECBÛRÎ ŞER DIBE

Welaa da zanîn ku KCK'ê ji hemûyan re îsbat kir ku ew tê dikoşe û ji bo dozek adilane mecbûr şer dibe. Her wiha got,  KCKʹ ji destpêkê ve tevahî rêbazên qirkirin û tunekirinê red dike û nasnameya xwe diparêze.

Welaa  Sitêt eşkere kir ku KCK'ê bi van însiyatîfan, destkeftiyên nû, dibe yên sembolîk û mirovî bin bi dest dixe û got: "Lê rejîma Tirk li gorî tu însiyatîfan tevnegeriyaye. Lê wekî her car derfetan qezenc dike da di rewşên herî dijwar de sûcan pîk tîne. Ev yek ji her kesî re eşkere ye."

Welaa Sitêt di dawiya axaftina xwe de got: "KCKʹê li hemberî her rejîmên Tirk yên berê li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Bi nêrîna min rejîmên Tirk têgihiştin ku Kurd ruxmî hemû hewldanên çewisandina nasname û ziman û hwd.. mane. Her wiha têgihiştin ku mirovekî bêçek  di mejiyê xwe bîrdoziyek hilgirtiye, karibû bibe kelheke mezin û bi fikrên xwe partiyek ava kir ku ne mumkin e were tunekirin."

ZÎREKIYA SIYASÎ

Rojnamevan Silêman Şefîq ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku daxuyaniya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê ya têkildarî rawestandina çalakiyên leşkerî heta hilbijartinan însiyatîfeke ku mezinbûna KCKʹê û nêzîkatiyên wê yên exlaqî û mirovî nîşan dide.

Silêman Şefîq destnîşan kir ku biryara KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî ji bo rêzdariya li hemberî mexdûrên karesata erdhejê ye û wiha domand: "Her wiha ev biryar zîrekiya siyasî ya rêveberên KCKʹê nîşan dide. Nemaze ku her kareke ku di vê demê de Erdogan û rayedarên AKPʹê ji bo hemleya hilbijartinê bi kar tînin."

Şefîq destnîşan kir ku biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ji raya giştî ya Tirk  û cîhanê re îsbat dike ku KCKʹê aştiyê dixwaze û ji bo mûzakereyên agirbesteke mayînde amade ye.

Silêman Şefîq di dawiyê de anî ziman ku nabe mirov kiryarên rejîma Tirk û biryarên KCKʹê bîne beramberî hev û got, ferqeke exlaqî, welatparêzî û siyasî di navbera tevgera rizgariyê û rejîma dîktator a ku xwe li pişt olê vedişêre de heye.

(dm/bb)

ANHA