Civîna YNK û PDK’ê destpê kir

Civîna şandeya bilind a YNK û PDK’ê ya têkildarî geşedanên dawî yên di navbera Herêma kurdistanê  û Bexdayê destpê kir.

Civîna YNK û PDK’ê destpê kir
28 mijdar, 2026   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya demek kurt şandeya bilind a PDK’ê ku ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed pêk tê, gihiştin avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê.

Şandeya YNK’ê jî ji van kesan pêk tê: Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Daro Şêx Nûrî, Rifet Ebdulla.

Di civînê de wê geşedanên vê dawiyê yên di navbera Herêm û Bexdayê de û her wiha amadekariyên civîna 1’ê Kanûnê werin nîqaşkirin ku dê di navbera şandeya Herêm û Iraqê de, li ser biryarên Elî Zeydî were lidarxistin.