​​​​​​​`Keçên me li ser şopa Rêbertî berxwedaneke mezin nîşan da`

Dayikên şehîdên YPJ`ê bi boneya salvegera damezirandina yekîneyê destnîşan kirin ku keçên wan li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin nîşan.

​​​​​​​`Keçên me li ser şopa Rêbertî berxwedaneke mezin nîşan da`
3 nîsan, 2023   00:39
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi rasthatina salvegera 10`an a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di 4`ê Nîsana 2013`an de bû û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, dayikên şehîdên YPJʹê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û bidestxistina mafên xwe nîşanî jinan da.

`YPJ`E NE ALIYEKÎ LEŞKERÎ TENÊ YE`

Dayika şervana YPJʹê Lava Hisên Îbo ya ku 14`ê Mijdara 2016`an di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê de şehîd bûye, Şîraz Silêman destnîşan kir ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo rizgariya jinan biha ne.

Şîraz Silêman anî ziman ku pêwîstiya tevlêbûna nava YPJ`ê bi têgihiştineke kûr heye û wiha domand: “Dema keça min tev li YPJ`ê bû wateya YPJʹê baş nas kir. Keça min dizanî ku barê wê giran e û berdêl giran e. Lê bi berxwedana xwe bawer kir û gav paşde neavêt.”

Li gorî Şîraz Silêman, YPJ`ê ne tenê rakirina çek e, di heman demê tê wateya ku jin siyasetmedar û dîplomatek be da ku rola xwe di nava yekîneyê de bilîze.

Her wiha Şîraz Silêman diyar kir ku şehadeta keça wê ji bo wê cihê serfirazî û şanaziyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Keça min hêz û cesaret ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku alîgirê doza jinan e, ji şehîdên mîna Sakîna Cansiz (Sara) û Bêrîtan wergirt. Ez bi şehadeta wê serbilind im ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe de pêk anîn.”

`JI BER FEDAKARIYÊN JINAN ŞOREŞA ROJAVA BI ŞOREŞA JINAN HAT BINAVKIRIN`

Dayika şervana YPJʹê Semîra Ebdureham Osman a ku 1`ê Sibata 2018`an di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li navçeya Mabetayê şehîd bûbû, Elîf Reşîd da zanîn ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bandor li keça wê kiriye ku banga azadiya jinan û bidestxistina mafên xwe dike.

Elîf Reşîd anî ziman ku parastina mafên jinan û têkoşîna li hember pergala faşîst armancên pêşîn ên keça wê bûn û wiha pê de çû: “Ji ber fedakariyên jinan, şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat binavkirin. Keça min jî rolek di vê pêvajoyê de lîst.”

Elîf Reşîd Rêber Abdullah Ocalan bi ʹxilaskerʹ bi nav kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan rêya ber bi azadiyê ve ji jinan re diyar kir, piştgiriya wê kir û bi rêya sepandina rastiya jin, jiyan azadî ew teşwîq kir ku tev li hemû qadên siyasî, leşkerî û dîplomatîk bibe.”

ʹHÊZEK JI KARÎGERIYAN MEZINTIRʹ

Dayika  şervana YPJʹê Bêrîtan Cuma Cafer a ku 4`ê Adara 2018`an di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li navçeya Raco şehîd bûye, Salihe Îbrahîm Cafo anî ziman ku keça koletî û zihniyeta pergalên desthildar û baviksalarî qebûl nekir, ji ber vê yekê tev li YPJ`ê bû.

Salihe Îbrahîm Cafo gotineke keça xwe bibîr xist ku hertim digot: “Yê ku jin dikare bike, tu hêz an jî pergal nikare bike. Hêza jinan ji hemû karîgeriyan mezintir e.”

(şx)

ANHA