Dê 200 dar li Parka 4`ê Nîsanê ya Tebqayê bên çandin

Şaredariya Gel a Tebqayê bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hewl dide ku Parka 4`ê Nîsanê ji hemû aliyan hazir bike û 200 dar lê biçîne.

Dê 200 dar li Parka 4`ê Nîsanê ya Tebqayê bên çandin
2 nîsan, 2023   23:30
TEBQA

Parka 4ʹê Nîsanê ya li bajarê Tebqayê 4ʹê Nîsana 2022ʹyan bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ve hat vekirin.

Îsal bi nêzîkbûna vê rojê re, Şaredariya Gel amadekariyan dike ku 200 darên din di parkê de biçîne û xizmetên din pêk bîne.

Bi destpêkirina Adarê re, werşeyên şaredariyê dest bi avakirina sûrekî din bi rûbera 250 metredam li derdora parkê kir ku firehiya wê  4 donim. Her wiha di nava parkê de rê û peyareyên bi kevirên rengîn, kursî û ronahî bi cih kirin.

Ji bo avdana daran, şaredariyê toreya avdanê ya dilop-dilop di nava parkê de bi cih kir.

Li gorî hevseroka Şaredariya Gel a Tebqayê Nesrîn Mela Hesen xebatên wan dê 4`ê Nîsanê bi dawî bibin û diyar kir ku barana vê dawiyê bariye, bandor li karê wan kir ku hinekî dereng man.

Çaverêye ku bi boneya 4`ê Nîsanê Gerînendetiya Jîngehê bi koordîneya Şaredariya Gel 200 darên cihereng û gelek gul û kulîlkan di nava parkê de biçîne.

(şx)

ANHA