​​​​​​​Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê: Armanc û nîşane

Êrişên Îsraîlê yên dijî nuqteyên hêzên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê ve careke din dûbare bûn. Îran jî soza bersivdayînê dide.  Lêkolînerekî diyar kir ku rol û siyasetên herêmî û navneteweyî yên hêzên ku destwerdanên li Sûriyeyê dikin dewam dikin da ku her yek stratejiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi cih bînin.

​​​​​​​Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê: Armanc û nîşane
3 nîsan, 2023   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Îsraîlê êrişên xwe li ser nuqteyên hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê zêde kirin. Îsraîl 3 navendên girêdayî hêzên ser bi Îranê ve kirin hedef. Di encamê de 2 leşkerên payebilind ên Îranê hatin kuştin. Li gorî Ajansa Tesnîmê ya Îranê, Pasdarên Îranê soza bersivdayîna êrişa Îsraîlê ya rojê Înê da.

Lêkolînerê rewşa Îranê Iyad El Mecalî ji ANHAʹyê re axivî û got, Îsraîlê wê hewldanên xwe yên tevlihevkirina kaxezan û sazkirina rewşê li gorî berjewendiyên xwe li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê raneweste.

Li gorî El Mecalî, Îsraîl stratejiya ʹdestpêkê lê bideʹ dimeşîne da ku hebûna Îranê ya li Sûriyeyê lawaz bike, Îran jî stratejiyekî dimeşîne ku karibe bi Hizbullah a Lubnanê re hêzeke hişk ava bike da ku gefan li ser ewlehî û berjewendiyên Îsraîlê yên li herêmê bixwe.

Têkilarî van êrişan û girêdana wan a bi nêzîkbûna Erebistana Siûdî (Alîgira DYA) bi Îranê re lêkolîner Iyad El Mecalî wiha got: "Piraniya lihevkirinên di navbera aliyên navneteweyî yên der barê aloziya Sûriyeyê de tenê îstismarên siyasî ne. Armanca wan di rûbirûbûna Îran-Îsraîl de li qezencî û destkeftiyan bigerin. Ev hemû tevliheviyeke sîstematîk e û berdêla wê li ser maseya hikumeta Şamê û gelê wê ye. "

El Mecalî bi domdarî got: "Rol û siyasetên herêmî û navneteweyî yên aliyên ku destwerdanê li Sûriyeyê dikin di astên lihevkirinên de dewam dikin. Her aliyek hewl dide li ser hesabê gelê Sûriyeyê stratejiya xwe bi cih bîne. Nemaze Îsraîl îdia dike ku dron û depoyên çekan ên li gel milîsên Îranê yên li Sûriyeyên gefeke mezin li ser ewlehiya wê çêdike. Bawer dikim ku em li ser sêleke sor a alozî û pevçûneke nêzik in."

Der barê encamên êrişên dawî yên Îsraîlê  de ku Îranê eşkere kirine û soza bersivdayînê da, El Mecalî ev nirxandin kir: "Ragihandina encamên êrişê û hejmara kuştiyan di çarçoveya stratejiya ketina li ber hilweşînê de tê kirin. Îran bi vê stratejiyê hewl dide zextê li civata navneteweyî bike da ku destkeftiyên siyasî bi dest bixe, nemaze diviyabû ku îmzekirina peymana nukleerî nêzîk be. Lê di demekê de ku pêwîstî bi aramkirina rewşê de heye aloziya di navbera Amerîka û Îranê de zêdetir bû."

Lêkolînerê rewşa Îranê El Mecalî destnîşan kir ku aloziya Îsraîl û Îranê xwedî gelek şaxan in û wiha pê de çû: "Dibe ku ev alozî veguhere şerekî ku neyê kontrolkirin. Ji ber vê yekê Îran ji hewla ragihandina bersivdayîna derbeyê hewl dide van derbeyên dûbare bi awayekî siyasî bi kar bîne. Îran dizane ku rûbirûbûna rastersat a bi Îsraîlê re yan jî bi rêya Hizbullah tijî xetere ye."

Iyad El Mecalî di dawiyê de got, ʹʹDi kûrahiyê de hin nîşan hene ku ji aliyê hêzên herêmî yên mîna Îsraîl û Îran ve arîşe û gefên li dijî ewlehî û aramiyê li herêmê zêde bidin.ʹʹ

(bb)

ANHA