​​​​​​​Şandeya Fransayê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn

Şandeya ji Fransayê di dawiya serdana xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Şaneyê pesnê ezmûna Rêveberiya Xweser da û got, divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were pirsîn.

​​​​​​​Şandeya Fransayê: Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn
2 nîsan, 2023   17:55
QAMIŞLO

Şaneya ji Fransayê bi serokatiya endama Senatoya Fransayê Lawrence Cohen, Cîgirê Serokê Senatoyê yê ji Partiya Komunîst Pierre Laurent û parlamentera Partiya Kesk li parlamentoyê  Marie Bouchon, tevî Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Xalid Îsa 3 rojan hevdîtin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Şaneyê hevdîtin bi QSD, rêxistinên civakî û saziyên Rêveberiya Xweser re pêk anîn, her wiha serdana kampan kir.

Şandeyê serdana xwe bi civîneke çapemeniyê bi dawî kir. Civîn li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Destpêkê endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm bi xêrhatina şandeyê kir. Piştre endama Senatoya Fransayê Lawrence Cohen axivî û got: "Serdana me ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derfeteke baş bû. Ev serdana piştî îmazeya 102 parlamenteran a ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniya Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Di heman demê de şaneyên DAIŞʹê yên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin hîna hene. Divê Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk bidomîne. Em li vir in da ku piştevaniya we bikin. Em dixebitin da ku di qada herêmî û navneteweyî  de alîkariya bi we re zêdetir bibe. Hevdîtinên me girîng û bi encam bûn. Bi taybetî di civîna me ya bi Kongra Star re tiştên balkêş derketin. Ya herî girîng hevgirtina pêkhate û gelan li hemberî êrişan e. Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk ava dike û aştî û azadiyê li herêmê pêk tîne. Ev jî ji bo tevahî cîhanê dersek e."

Parlamentera Partiya Kesk li parlamentoyê  Marie Bouchon jî wiha axivî: "Pergala heyî ya li ser bingehî ekolojîk, edalet, mafên jinan, pirengî û tîfaqa pêkhateyan destpêka modeleke demokratîk e û ji bo tevahî mirovahiyê xwedî girîngiyek e. Fransa wê her tim bi Kurdan re be. Lê divê desteka xwe ji bo Kurdan zêdetir bike, ji bo Rêveberiya Xweser were naskirin, kar bike û ji bo aloziya li welat çareseriyê peyda bike û ji bo avakirina Sûriyeke nû bixebite. Em ê hewl bidin ku alîkariyên hîn zêdetir pêşkêşî Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û ji bo jinûve avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar bikin. Di heman demê de divê Ewropa li hemberî Tirkiyeyê bisekine, durûtiyê bisekinîne, herêmên dagirkirî rizgar bike û koçberan vegerîne warên wan. Em ê hewl bidin pirsgirêka avê ya ku Tirkiyeyê qut kiriye çareser bikin û ji bo vekirina deriyên mirovî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar bikin."

Cîgirê Serokê Senatoyê yê ji Partiya Komunîst Pierre Laurent jî got: "Em li vir nûnertiya piraniya partiyan dikin. Ez ê hewl bidin tiştên ku em karibin li Fransayê bikin, şîrove bikim. Armanca me ya sereke ew e ku rûpeleke cidî ya piştevaniya bi pêkhateyên herêmê re vekin. Em têgihiştin ku aştî û aramî li vir hene. Divê Rêveberiya Xweser were naskirin. Divê Fransayê Tirkiye ya sûcan pêk tîne şermezar bike û ji bo rawestandina siyasetên wê yên dijber zextê bike. Em ê li Fransayê bixebitin da ji sûcên dewleta Tirk di qada navneteweyî de werin lêkolînkirin, koçberin werin parastin û piştî vekişandina Tirkiye ji herêmên dagirkirî li warên wan werin vegerandin. Divê ev yek bi lez were kirin."

(bb)

ANHA