​​​​​​​Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Qaymeqama Helebceyê re civiya

Şandeyeke jinan bi nûneretiya seroka Meclisa Rêveber a MSDʹê Îlham Ehmed bi Qaymeqama Helebce Nuxşe Nasîh re civiya.

​​​​​​​Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Qaymeqama Helebceyê re civiya
2 nîsan, 2023   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya qemqamiya bajarê Helebce bi Qaymeqama Helebce Nuxşe Nasîh re civiya.

Şande ji seroka Meclisa Rêveber a MSDʹê Îlham Ehmed, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd, endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr Zehiya Al Reşî, nûnera Kongra Star Roza Hesen û endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a li Başûr Silava Silêman pêk dihat.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, rola jinan di hemû saziyên sivîl û desteyên siyasî û çandî de hatin nîqaşkirin.

Şandeyê plaketeke bi wêneya şehîd Arîn Mîrkan da Qaymeqama Helebceyê.

Piştre şandeyê serdana mûzexaneya qurbaniyên komkujiya Helebceyê kir. Îlham Ehmed di lîsteya mûzexaneyê nivîsî.

(bb)

ANHA