Şehîdên YAT’ê tên oxirkirin

Ji herêmên Cizîr, Reqa, Firat, Minbic, Şehba û Dêra Zorê bi deh hezaran kes ji bo tevlîbûna merasîma oxirkirina cenazeyên 9 şervanên YAT’ê yên di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane, hatin Hesekê.

Şehîdên YAT’ê tên oxirkirin
Şehîdên YAT’ê tên oxirkirin
Şehîdên YAT’ê tên oxirkirin
Şehîdên YAT’ê tên oxirkirin
22 adar, 2023   08:42
HESEKÊ

Merasîma cenazeyên 9 şervanên YAT’ê ku 15’yê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bibûn, li Hesekê destpê dike.

Ji bo merasîma ku dê li Stadyuma Serdem a li Hesekê bê lidarxistin, ji saetên serê sibehê ve,  ji herêmên Cizîr, Reqa, Firat, Minbic, Dêra Zor û Şehbayê bi deh hezaran kesan berê xwe dan Hesekê.

Piraniya girseyê li vir derbasî Stadyuma Serdem bûn. Beşek girseyê jî, ji bo wergirtina cenazeyan derbasî Nexweşxaneya Şehîd Sarya bû.

Cenazeyên 9 şehîdan wê li ser milan bi meşê bibin stadyuma ku nêzî kîlometreyekê dûr e.

Piştî ku cenaze anîn stadyumê wê merasîm destpê bike. Fermandarên QSD’ê Mazlum Ebdî û Newroz Ehmed, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, Fermandarê Hêzên Antî Teror ên YNK’ê Wehab Helepçî, Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Emîne Umer jî wê tevlî merasîmê bibin.

Li pey merasîma leşkerî, wê li ser navê QSD, Rêveberiya Xweser, MSD, Hêzên Antî Teror ên Silêmaniyê û malbatên şehîdan axaftin werin kirin.

Piştî merasîmê cenazeyên şehîdan wê jibo definkirinê ber bi Qamişlo, Dêrik, Kobanê û Şehba ve bên oxirkirin.

(ekip/a)