Remezan sibê dest pê dike

Sibê roja yekemîn a Remezanê ye. Piraniya welatên misilmanan ragihand ku dê sibê dest bi girtina rojiya Remezanê bikin.

Remezan sibê dest pê dike
22 adar, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibê (23’yê Adarê) roja destpêkê ya meha Remezanê ye.

Lubnan, Sûdan, Misir, Îran, Lîbya û Tûnisê diyar kir ku Remezan roja pêncşemê dest pê dike.

Her wiha li Sûriye, Erebistan Siûdî, Filistîn û Iraqê jî saziyên têkildarî kar û barên olî da zanîn ku sibê dest bi girtina rojiya Remezanê dikin.

(cx)