​​​​​​​Bafil Talebanî komkujiya li Cindirêsê şermezar kir

Serokê YNK`ê Bafil Talebanî komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên Kurd ên li Cindirêsê ya Efrînê pêk aniye, şermezar kir.

​​​​​​​Bafil Talebanî komkujiya li Cindirêsê şermezar kir
22 adar, 2023   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyamek da.

Talebanî di peyama xwe de wiha got: “Em komkujiya sûcê kuştina komî ya li Cindirêsê û şehîdxistina 4 Kurdan li Efrînê bi tundî şermezar dikin. Divê aliyên têkildar sûcdaran di zûtirîn demê de radestî edaletê bikin.

Baweriya me bi aştî û biratiya gelan heye. Em tundî û sûcên li dijî welatiyên me tên kirin, bi çi navî be dibin bila bibe, red dikin. 

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û êşa wan parve dikin.”

(cx)