Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû

Agirê Newrozê li Minbicê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi beşdarbûna bi sedan şêniyên bajêr, ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin.

Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
Li Minbicê bi yekîtiya pêkhateyan agirê Newrozê geş bû
20 adar, 2023   11:42
MINBIC

Bi sedan Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmenên li bajarê Minbicê û gundewarên wê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî, saziyên leşkerî, saziyên jinan, şêx û rûspiyên eşîran berê xwe da gundê Tewq Xelîl ê li başûrê rojavayê bajêr. Girseya gel cilên neteweyî yên çanda her pêkhateyekê, li xwe kiribûn

Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dayikên şehîdan Meha El Ebdullah, Mehna Belûk, Kewser Hemo û Fatima Mihemed agirê Newrozê pê xist û wek nîşaneya aştiyê kevok firandin.

Wê bernameya Newroza Minbicê bi axaftin, stranên neteweyî, şano û helbestan dewam bike.

(cx)

ANHA