Kremlîn: Projeya navenda gazê ya li Tirkiyeyê zehmet e û dem jê re divê

Kremlînê diyar kir ku projeya avakirina navendeke gazê li Tirkiyeyê zehmet e û heta ku encamê bide, demeke dirêj dixwaze.

Kremlîn: Projeya navenda gazê ya li Tirkiyeyê zehmet e û dem jê re divê
20 adar, 2023   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ku îro ji rojnamevanan re axivî, diyar kir ku Rûsya û Tirkiye dê pêkanîna projeya navenda gazê bidomînin. Peskov destnîşan kir ku ew proje pir tevlihev e û got: “Ev karekî zehmet e, jê re dem pêwîst e.”

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sala borî pêşniyar kiribû ku navendeke belavkirina gaza Rûsyayê li Tirkiyeyê bê avakirin, da ku ji wir bişînin Ewropayê. Ew yek di çarçoveya hewldanên Rûsyayê yên kişandina Enqereyê bi aliyê xwe de û ji bo bêwatekirina cezayên rojavayiyan yên li ser Moskovê, pêk hatibû.

Di 19`ê Adarê de jî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan gotibû Enqere hewl dide projeya navenda gazê di zûtirîn demê de pêk bîne.

(cx)