Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û Gundewarên wê dest bi pêngava çandina 50 hezar daran kir.

Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
Dê li Tebqayê 50 hezar dar bên çandin
20 adar, 2023   11:43
TEBQA

Pêngav ji aliyê Gerînendeya Jîngehê ve bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan dest pê kir.

Pêngav ji devera mesakin Idxar ê dikeve rojavayê bajêr bi çandina 550 darên merx û spîndaran, dest pê kir.

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê Cemal Ebdulletîf têkildarî mijarê axivî û ev agahî dan: “Dê dar li deriyê bakur ê ketina bajar, nêzî goristana şehîdan û Kornîş a bakurê bajar, peyar, çarexerê û parkên giştî werin çandin. Dê pênav 3 mehan dewam bike û 50 hezar dar werin çandin.”

) bb)

ANHA