​​​​​​​Li warê Mazlûm Dogan peyama Newrozê: Îro roja me ye  

Li warê Mazlûm Dogan yek ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê û remza Newrozê ye, agirê Newrozê hat pêxistin. Di axaftina li vir hatiye kirin de hat gotin: “Kawayan li dijî Dehaqan, Mazlûman li dijî zilmkaran serî rakir û bi ser ketin. Îro jî roj roja me ye. Em ê bi ser bikevin.”

​​​​​​​Li warê Mazlûm Dogan peyama Newrozê: Îro roja me ye  
20 adar, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

XARPÊT 

 Li navçeya Depê ya girêdayî bajarê Elezîzê yê Bakûrê Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin û peyamên girîng hatin dayîn.

Taybetmendiya vê navçeyê ew e ku warê yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û remza Newrozê Mazlum Dogan e. Mazlum Dogan di roja Newrozê ya sala 1982’yan de li zindana Amedê ku yek ji 5 girtîgehên herî xirab ên cîhanê ye, dijî zulmê çalakiya fedayî li dar xistibû û bibû remza Newrozê. Di 33 salên dawî de jî Kurd Newrozê bi navê Mazlum Dogan bibîr tînin, pîroz dikin.

Rêber Abdullah Ocalan jî têkildarî mijarê gotibû: “Newroz ji niha û pê de wê bi navan werin bibîranîn. Newroza yekemîn bi navê Kawayê Hesinkar tê zanîn û zayîn, serxwebûn, pêşdeçûna ber bi azadiyê û berxwedana gelê me ya dijî hêzên dixwazin vê yekê asteng bikin îfade dike. Newroza duyemîn ew e ku rêhevalê me Mazlum xwe ji bo têkoşînê feda kiriye.”

PEYAMA DEPÊ

Di pîrozbahiya îro de jî peyama di vê çarçoveyê de hat dayîn. Pîrozbahî bi beşdariya rêveber û endamên KCD, HPD, TJA, DBP, Partiya Çep a Kesk li qada Newrozê hat lidarxistin. Bername ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê destpê kir. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes tevlî bûn û dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re hatin berzkirin de Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz axaftinek kir.  

Necet Îpekyuz got: “Wek tê zanîn erdhejek mezin rûda. Bîlançoya wê mezin bû. Sedemê vê jî desthilata AKP’ê bû. Me bi hev re alîkariya hev kir. Neweroz şahî ye, lê belê îsal ji bo qurbaniyên erdhejê şîn heye. Newroz tenê ne şahî ye, serhildan e jî. Îsal jî em Newrozek mizgîniya serkeftinê li dar dixin. Çawa ku Kawa li dijî Dehaqan, Mazlûm li dijî zilmkaran agirê serhildanê pêxist û em jî îro li dijî Dehaqên serdemê serhildana xwe digihînin serkeftinê. Em ê li dijî vê desthilatdariyê bi ser bikevin. Em ê wan bişînin. Wê yekîtî û piştevaniya me berfireh bibe.” 

 Di axaftinên din ên hatin kirin de jî li ser tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hat rawestîn û hat diyarkirin ku bi têkoşinê wê ev desthilatdarî têk biçe, di hilbijartinan de jî bê hilweşandin.

Pîrozbahî li ber stranên hunermend Ehmed Jiyara bi dawî bû.