Li Çemçoyê dagirkerek hat cezakirin

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya xweparastinê de leşkerekî Tirk ê dagirker ceza kir, droneyek û sîtemeke kamera ya mobesse îmha kir.

Li Çemçoyê dagirkerek hat cezakirin
20 adar, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, li hemberî hêzên me yên ku cihên xwe diparêzin, êrîşan bênavber dewam dike. Hêzên me li ser bingeha parastina rewa çalakî kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, droneyek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin."

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

18'ê Adarê saet di 17:00 de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek ceza kirin.

19'ê Adarê saet di 19:00 de artêşa Tirk a dagirker sîstema kamera ya mobesse li derdora çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi cih kir. Hêzên me li ser bingeha xweparastinê bersiv dan dagirkeran û sîstemeke kamera ya mobesse îmha kirin.

Li herêma Metînayê;

18'ê Adarê saet di 18:00 de artêşa Tirk a dagirker ji bo cihê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tespît bike, drone şandin qadê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin droneyek îmha kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18 û 19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."