​​​​​​​Serhildana 12ʹê Adarê bi yekitiya pêkhateyan tacîdar bû

Îro salvegera 19ʹemîn a komkujiya 12ʹê Adarê ye. Ev komkujî veguherî serhildanê ku rê li ber şoreşeke civakî ya yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir.

​​​​​​​Serhildana 12ʹê Adarê bi yekitiya pêkhateyan tacîdar bû
11 adar, 2023   23:35
QAMIŞLO-GELHAT ENDOK

Serhildana gel a ku 12ʹê Adara 2004ʹan a li Qamişloyê dest pê kir, dikeve sala xwe ya 20ʹan. Ev serhildan piştî komkujiya ku hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê pêk anîbûn dest pê kir. Bi vê boneyê em ê balê bikişînin ser hurguliyên komkujî û serhildanê ku çirûska wê  gihişt Şamê û çawa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin banê Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de siyasetên nîjadperestiyê têk bibirin.

12ʹê Adara 2004ʹan, girseyeke mezin ji bo temaşkirina lîstika futbolê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişlo û Tîma Fitiwe ya ji Dêrazorê de li stada Beledî ya bajarê Qamişlo (stada 7ʹê Nîsanê wekî ku desthilata Baasê wê bi nav dike), kom bûn. Biryar bû ku lîstik saet 14:00ʹan destpê kiriba.

Beriya ku lîstik dest pê bike, nîjadperetên ku xwe wekî alîgirên Tîma Fitwê nîşan didin, bêyî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve werin kontrolkirin derbasî stadê bûn. Lê alîgirên tîma Cîhad bi baldarî hatin kontrolkirin, kember û şûşeyên wan ên avê hatin desteserkirin, bêyî ku bizanibin çi xefk li benda wan in.

ÇAWA KOMKUJÎ DEST PÊ KIR?

Kesên ku hêzên ewlekariyê wan bi navê temaşkirina maçê ji Dêrazorê anîn stadê dirûşmên nîjadperestî avêtin. Dema ku lîstikvanên herdu tîman derbasî qadê bûn da ku dest bi perwerdeya germkirina laş bibin, kesên navê "Alîgirên Fitiwê" li xwe dikin dirûşmên silavkirina Sedam Hisên berz kirin û Kurdan wekî xayîn wesif kirin. Piştre jî kevir avêtin alîgirên tîma Cîhad. Tevî ku hejmareke mezin a endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hazir bûn, lê mudaxele nekirin Hêzên hikumetê li alîgirên Tîma Cîhad dan û hinek ji wan ji stadê derxistin û stad dorpêç kir.

Piştre parêzgerê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl ferman da hêzên ewlekariyê ku gule li alîgirên Cîhadê bireşînin. Di encamê de di nav de 2 zarok bi giştî 9 alîgirên Cîhadê şehîd bûn. Bi vê yekê plana derxistina fitneyê ya di navbera pêkhateyên herêmê de derket holê.

Nêzîkatiyên hikumeta Şamê li vir sînordar nema, lê di roja din (13ʹê Adara 2004ʹan) hikumeta Şamê leşkerên artêşê û hêzên ewlekariyê ji Reqa û Dêrazorê anîn û nehiştin ku şênî beşdarî merasîmê veşartina cenazeyên 9 şehîdan bibin. Hêzên hikumeta Şamê careke din gule avêtin beşdarên merasîmê, 24 welatî, di nav de jin û zarok qetil kirin û hejmarek din birîndar kirin. Di heman demê de bi sedan kes girtin. Hin kes di girtîgehan de di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin, li dijî hinekên din cezayê heta hetayî hat birîn. Her wiha çarenûsa hinekên din heta niha nediyar e.

Komkujî veguherî serhildana gel ku li seranserî Rojava, Heleb û Şamê belav bûn û bi rojan dewam kir. Bi serhildanê re hejmara girtiyan zêde bû û hejmara şehîdan bû 38.

PLAN JI ALIYÊ HIKUMETA ŞAMÊ VE HATIBÛ SAZKIRIN

/kr/uploads/files/2023/03/11/202205_-.webp

Têkildarî komkujiyê û plana wê, Serokê Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Samir El Şemerî got: "Eger em vî bûyera biêş bînin bîra xwe em ê bibînin ku hikumeta Şamê û saziyên wê yên îstîxbaratî û yên ewlehiyê palana wê saz kirine.ʹʹ

El Şemerî anî ziman, normal e ku di navbera alîgirên tîman de astengî çêbibin, lê dema ku ev astengî veguherin kuştin û şerekî entîkî û mezhebî ev îsbat dike ku plana ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye amadekirin.

El Şemerî bi domdarî got: "Hikumeta Şamê ji fitne û komkujiya hovane ya ku pêk anî, armanc dikir ku dûrbûnekê di navbera pêkhateyan de biafirîne û gelê Sûriyeyê ji hev qut bike. Hikumeta Şamê welê difikire  ku dê bi ser keve, lê texmînên wê berovaj derketin. Hikumeta Şamê têk çû, ji ber ku pêkhateyan herêmê bûne yek. Kombûn û şahiyên ku li stadê têne lidarxistin nîşaneyên vê yekê ne."

ʹHEWLDAN TÊK ÇÛNʹ

/kr/uploads/files/2023/03/11/202236_-.webp

Welatiyê Kurd ê bi navê Ebdulqehar Osman Xelef ê ji Qamişloyê diyar kir ku hikumeta Şamê hewl da yekitî, hevgirtin û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ji hev bixe û got: "Qamişlo bi pirrengiya pêkhateyên xwe tabloyeke mûzaîk a xweşik çêdike. Ji ber vê yekê hikumeta Şamê xwest vê bajarê bike hedef."

Osman Xelef anî ziman ku hikumeta Şamê di derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de bin ket û da zanîn ku piştî komkujiyê pêkhateyên herêmê bi yekdestî li hemberî planên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê disekinin.

Xelef şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û anî ziman ku Stada Şehîdên 12ʹê Adarê bûye baxçeyeke rengîn ku tevahî pêkhateyên herêmê hembêz dike, her wiha ji bo gelê herêmê bûye sembolek û cihekî pîroz.

STADA ŞEHÎDÊN 12ʹÊ ADARÊ

Piştî Şoreşa 19ʹê Tîrmehê, ji bo dilsoziya bi şehîdên serhildanê re, navê "Şehîdên 12ʹê Adarê" da stada ku komkûjî lê hatibû kirin. Bi xurtbûna têkiliyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin banê projeya Rêveberiya Xweser, ev stad di çalakî û boneyên hevbeş de bûye cihê kombûna pêkhateyên gel.

Her sal roja 12ʹê Adarê bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan çalakiya bîranîna Serhildana Qamişlo li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê tê lidarxistin. Her wiha lîstikek di navbera Tîma Cizîrê û Dêrazorê de tê lidarxistin.

(bb)

ANHA