​​​​​​​Panorama hefteyê: Siyaseta hikumeta Şamê êşa sûriyeyiyan girantir dike

Pispran  destnîşan kir ku qerzên erdhejê yên ku hikuemta Şamê dide têrê nakin, tenê bandorên neyênî li ser aboriyê zêde dike. Îran û Erebistana Siûdî jî li ser jinûve vegerandina têkiliyan li hev kir, lê nehat zanîn ku ka ev lihevkirina ku bi navbeynkariya Çînê çêbûye wê dozên bi nakok çareser bike, yan jî armanc tenê agirbestek demkî ye.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Siyaseta hikumeta Şamê êşa sûriyeyiyan girantir dike
12 adar, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzîkatiya hikumeta Şamê piştî erdhejê, jinûve vegerandina têkiliyan di navbera Îran û Erebistana Siûdî de û rewşa Lîbyayê bûn rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî.

′QERZÊN ERDHEJÊ LI HEMBER DESTEKA MEXÛRÊN LI SÛRIYEYÊ ACIZ IN′

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Pisporekî malî yê sûriyeyî, hişyarî da ku siyasetên Banka Navendî ya Sûriyeyê yên girêdayî dayîna deynan, dê bibe sedem ku enflasyon zêde bibe. Pispor û şêwirmendê kar û barên bankan Amir Şuheda ji rojnameyên re diyar kir ku xuya ye Banka Navendî hewl dide enflasyonê bilind bike.

Amir Şuheda diyar kir ku heta niha siyaseta Banka Navendî ne diyar e û bi pêwîstiyên rewşa aborî re ne hevseng e. Mînak jî, ji dema erdhejê û heta niha, buha bilinid dibin. Şuheda destnîşan kir ku ji bo ku Banka Navendî miqdareke pere derxe û veguhastinên malî bikire, divê amûrekê bi kar bîne ji bo ku pereyên zêde bigire û rê li pêşiya enflasyonê û bihabûnê bigire.

Şuheda siyaseta hikumetê yên têkildarî mijûlbûna bi encamên erdhejê re, rexne kir û diyar kir ku pêvajoya heyî, bersivandina erdhejê ye, hîna derbasî pêvajoya dîtina çareseriyan û planan nebûne. Şuheda bang li hikumetê kir ku daneyên rast û dawîn ên zirar û xisarên erdhejê eşkere bike. Ji bo ku li gorî wê siyaset û pêşniyaran deynin da ku çareseriyan peyda bikin. Li gorî Şuheda li gel nebûna daneyan, pêkanîna çareseriyan ne pêkan e.”

 VEGERANDINA TÊKILIYÊN ÎRAN-SIÛDIYÊ; AGIRBEST AN AŞTIYEKE MAYÎNDE

Rojnameya El Ereb li ser vegerandina têkiliyên di navbera Îran û Erebisana Siûdî de wiha nivîsand: "Piştî qutbûna dîplomasî ya 7 salan dewam kir, Îran û Erebistana Siûdî duh li ser vegerandina têkiliyan li hev kir. Lê nayê zanîn ka lihevkirin bi rêya navbeynkariya Çînê bû ku dozên nakok werin çareserkirin an jî armanc ji lihevkirinê arambûyînek e, da ku nakokiya di navbera welatan de bi rêya diyaloga yekser were çareserkirin.

Ev yek di demekê de hat ku çavdêrên rêveçûna diyaloga Erebistana Siûdî-Îranê dişopînin, got di lihevkirinê de bendên eşkere yên sînordarkirina çalakiyên baskên Îranê li Rojhilata Navîn nayên danîn.

Çavdêran diyar kir ku yekem testa ji vê lihevkirinê re dosyaya Hûsiyan e, lê milîs bi gelek welatan ve girêdayî ne û ev yek sedema sereke bû ku navbeynkariya Iraqê ya 2 salên borî têk çû.

Siûdî dizanin ku Îran di ragihandinê de munewraya xwesteka xwe ya diyaloga yekser dike, lê di heman demê de di planên xwe yên li dijî ewlehiya herêmê de dewam dike. Ew yek dihêle lihevkirina nû cihê gumanê be, bi taybet xetereya Îranê ne tenê li dijî Hûsiyên li Yemenê ye da ku gefan li ewlehiya Erebistan Siûdî bixwe, lê belê li dijî tevahî herêmê ye, mîna hedegirtina Behreynê, kontrolkirina Iraqê, Sûriye û Lubnanê. Ew herêm jî ji bo Erebistana Siûdî herêmên stratejîk in.

Her wiha çavdêrên rewşa Kendavê dişopînin, hişyarî da ku dê aramiya dîplomadiyê û çapemeniyê bi Erebistana Siûdî re demê bide Îranê da ku di piştgiriya milîsên xwe yên li herêmê û biçekkirina wan de dewam bike û bi wê re li ser pêşerojê xetereyeke mezin çêdike.

Di daxuyaniya Îran, Erebistana Siûdî û Çînê ya piştî dan û standinên neeşkere yên 4 rojan de, hate gotin Tehran û Riyad li ser vegera têkiliyên dîplomatîk, vekirina balyozên xwe û nûnertiyên xwe di nava 2 mehan de, li hev kir. Her wiha hate gotin divê her du alî rêzê ji serweriya dewletan re bigirin û dest di kar û barên hev ên hundirîn wernedin.”

MECLISA BILIND BANG KIR KU HIKUMETEKE DEMKÎ JI BO HILBIJARTINÊN LI LÎBYAYÊ AVA BIBE

Li ser rojeva Lîbyayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Serokê Meclisa Bilind a Dewletê duh îşaret bi pêwîstiya avakirina hikumeteke biçûk a demkî kir, ji bo ku hilbijartinan li dar bixe. Her wiha banga guhertina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan jî kir. Her wiha diyar kir ku meclisê însiyatîfa navneteweyî ya têkildarî lidarxistina hilbijartinan di 2023`yan de red nekiriye.

El Muşrî di civîneke çapemeniyê de piştî ku meclisê nekarî civînekê ji bo nîqaşkirina qanûnên hilbijartinan li dar bixe, anî ziman ku Meclisa Bilind hîna însiyatîfa şandeyê NY`yê Ebdullah Patilî dinirxîne. Dibe ku derfet hebe însiyatîfê tev li guhertina destûrî ya bi hejmar 13 bikin.

El Muşrî diyar kir ku bêyî erêkirina zêdetirî ji sêyan yekê endamên komîteyên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê li gorî guhertina destûrî ya bi hejmar 13’an tu qanûnan qebûl nake. Her wiha destnîşan kir heke şertên nemzatiya hilbijartinên serokatiyê ji hev cuda nekirin, xitimîna siyasî dê dewam bike.”

(fr)