Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin

Cotkarên darên berhemdêr û şênkayiyên xemilandinê yên li Reqayê hewl didin rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin û êdî dar û giyayan ji derve neynin.

Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin
Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin
Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin
Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin
Şênkayî û dar li şitilgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên zêdekirin
12 adar, 2023   05:55
REQA – ENES MIHEMED

zêdekirina şênkayiyên xemilandinê û darên berhemdêr yek ji cûreyên nûjen ên çandiniyê li Reqayê ye. Cotkaran bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li ser asta giya û daran berê xwe daye vê cûreyê.

Li gundewarê Reqayê 2 navendên zêdekirina giya û darên berhemdêr hene.

Pêwîstiya hin cûreyên darên xemilandinê û yên berhemdêr bi cûreyên taybet ên axê, avhewayê û pirsporiyê heye.

Cotkarê bi navê Mihemed El Ilês ku di pirkirina darên berhemdêr mîna mûz, pirteqal, sêv û behîvan de dixebite destnîşan kir ku wî berê ew dar ji derve dianîn, lê niha piştî pirkirina wan ew êdî hewce nake ku daran ji derveyî herêmê bîne.

Şitilgehên herêmê ji bo peydakirina şitilên darên berhemdêr û giyayên xemilandinê bi piranî berê xwe didan deverên din ên Sûriye yan Lubnanê yan jî Tirkiye û Iraqê.

NIRXÊN ERZAN HIŞTIN KU ŞÊNÎ DARÊN BERHEMDÊR ZÊDE BIKIN

El Ilês destnîşan kir ku ji ber erzanbûna nirxên şitilên darên berhemdêr ên ku li herêmê tên pirkirin, şêniyan berê xwe da pirkirina wan, her wiha da zanîn ku şêniyên herêma Keserat a Reqayê gelek cûreyên darên berhemdêr çandine.

El Ilês wiha domand: "Berê lêçûna şitilên daran 10 heta 12 hezar lîre bû, ji ber ku ew ji derve dihatin anîn, lê niha nirxê wan heta nîv daketiye, ji ber ku li herêmê tên pirkirin.

RÊJEYA SERKEFTINÊ JI SEDÎ 80`Ê YE

Her cûreyeke daran di demeke taybet de şîn dibe, cotkar şitilê di axeke volkolanî de diçînin û nêzî 60 rojan li bendê dimînin. Piştre damar şîn dibin û wan şitilan di nav tûrikan de bi cih dikin. Li gorî El Ilês rêjeya serkeftina vê cureyê, ji sedî 80`ê ye.

Axa volkanî ji bo çandina şitilan û pirkirina wan gelekî baş e, ji ber ku hêmanên sereke yên şînbûna şitilan tê de hene, her wiha ji ber ku ew cûreya axê avê baş di nav xwe de kom dike, ev jî ji bo giyayan baş e.

VEGUHESTINA BERHEMÊ JI BO DEVERÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

El Ilês got: "Kalîteya berhema herêmê baş e, di kêmtirî 2 salan de dê Reqa xwe di vê aliyê de têr bike anku rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne. Her wiha em berhema xwe ber bi deverên Qamişlo, Hesekê, Dêrazor û Minbicê ve dibin.

(mh/şx)

ANHA