Li Zirganê turnuvoya futbolê dest pê kir

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Zirganê piştî ku yarîgeha Rêbertî ji nû ve amade kir, bi beşdariya 16 tîman turnuvoyeke futbolê organize kir.

Li Zirganê turnuvoya futbolê dest pê kir
11 adar, 2023   18:15
HESEKÊ

Turnuvo bi navê "Şehîdên Berxwedana Zirganê" hatiye organîzekirin û maçên wê li yarîgeha Rêbertî ya li gundê Delawiyê ya navçeya Zirganê ya kantona Hesekê tên birêvebirin.

Di turnuvoyê de 16 tîm beşdar bûn. Her komeke ji 4 tîman pêk tê.

/ar/uploads/files/2023/03/11/171510_aaadh-tahyl-mlab-alqaed-wbda-dwry-jdyd-28229.webp

Di maça yekemîn de tîmên Bisês û Til Emîr hatin pêşberî hev û di encamê de tîma Bisês bi nuqteyekê li hemberî sifer bi ser ket.

Tîmên Hevalên Rîbo û Ciwanên Şoreşger jî li hemberî hev lîstin. Tîma Hevalên Rîbo bi 3-1 bi ser ket.

Di dawiya herdu maçan de komîteya organîzekar xelata baştirîn lîstikvan da Ehmed Ebêdo yê tîma Til Emîr.

Tê payîn ku maçên mayî yên turnuvoyê di rojên bê de werin lidarxistin.

(mh)

ANHA