​​​​​​​PYD: Yekitiya gelan rêya yekane ya bidawîkirina zordestiyê ye

PYD`ê bi boneya salvegera 19`an a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek da got: ʹʹDivê çareserî bi tevlêbûna hemû pêkhateyan û naskirina mafên wan e. Heke ne wisa be, dê alozî girêktir bibe.ʹʹ

​​​​​​​PYD: Yekitiya gelan rêya yekane ya bidawîkirina zordestiyê ye
11 adar, 2023   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe salvegera 19`an a Serhildana 12`ê Adarê ya Qamişloyê ye. Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

PYDʹê di daxuyaniyê de hemû şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn û destnîşan kir ku mezinkirina têkoşîna nîştimanî, hevgirtina di navbera hêzên nîştimanî de û yekirina biryara sûrî dûrî ajandeyên derve rêya yekane ya bidawîkirina zordestiyê ye.

PYDʹê diyar kir ku Serhildana 12`ê Adara 2004`an, ne tevliheviyek ji bo maça futbolê bû lê belê serhildaneke rasteqîn bû ku ji Qamişlo dest pê kir û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû heta gihaşt Heleb û Şamê û li li cîhanê deng veda.

PYDʹê daxuyand ku ʹʹSerhildana encama, kiriyarên zulm û înkarkirinê yên rejîma Sûriyeyê ye, berisva çewisandin, zordestî û hewldanên pişaftin û helandinê ye ku rejîma Tirk piştî lihevkirina Endeneyê ya 20`ê Cotmeha 1998`an li dijî axa Sûriyê pêk dianî.ʹʹ

PYDʹê got di encama wê zihniyetê de, desthilata zordest a Baasê bi kuştin, girtin, koçberkirin û tundiyê nêzî serhildanê bû û wiha domand:ʹʹ Gelek aliyan xwestin ku serhildanê biçûk bikin, têxin çarçoveyeke teng û wekî hewldanek kurdî ji bo cudakirinê û parçekirina Sûriyeyê nîşan bikin.ʹʹ

PYDʹê daxuyand ku Serhildana 12ʹê Adara 2004`an bû zemîna Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku xwe îsbat kir û got: “Em dikarin bêjin ku qedera gelê Kurd û gelên serhildêr ew e li hember pergalên zordest yên netewperest li ber xwe bide û di pêşkêşkirina fedakariyan de bibe pêşeng. Berdîla guhertinê heta pêkanîna demokrasiyê bide. Piştî lihevkirina Edeneyê ku li dijî gelê Kurd û têkoşerên Kurd û partiya me bû, bi hezaran endamên partiyên hatin girtin û tesfiyekirin mîna şehîd Şîlan û hevalên wê; Ehmed Hisên û Osman Dadelî û gelek hevalên din. Bi dehan mîna Nazliye Keçel winda ne û gelek din jî di encama îşkenceyê û kiryarên dermirovî yên rejîma Baas de winda bûn.”

Meclisê bi vê boneyê hemû şehîdên Serhildana 12`ê Adara 2004`an, şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn û destnîşan kir ku mezinkirina têkoşîna nîştimanî, hevgirtina hêzên nîştimanî û yekiriya biryara sûrî dûrî ajandeyên derve yan jî desthilatên netewperest, rêya yekane ya bidawîkirina desthilata zordest a li Sûriyêye.

Meclisê bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji zihniyeta dûrxistin û înkarkirinê berde û berê xwe bide diyalogeke nîştimanî ku Sûriyeya nenavendî û demokratîk pêk bîne. Her wiha bang li hêzên herêmî kir di serî de dewleta Tirk ku ji Sûriyê derkeve. Meclisê bang li hêzên navneteweyî kir ku bilez biryarên navneteweyî yên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê di serî de biryara 2254 pêk bîne, aştiyê û ewlehiyê li Sûriyeyê bisepînin.

Meclisê careke din destnîşan kir ku divê çareserî bi tevlêbûna hemû pêkhateyan û naskirina mafên wan be. Heke ne wisa be, dê alozî girêktir bibe.

(şx)