Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê: 12'ê Adarê dîwarê tirsê şikand

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Serhildana 12'ê Adarê bi bîr anî û got: "Rûyê rastî yê pergalên zordest bi saya vê serhildanê xuya bû û gel dîwarê tirsê şikand."

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê: 12'ê Adarê dîwarê tirsê şikand
11 adar, 2023   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi boneya komkujî û Serhildana 12ʹê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê pergalên ku li ser qirkirina gelan ava bûne careke din li siyasetên xwe vegerin û rê li ber demokrasiyê vekin û got: "Ne wisa be wê çarenûsa wan li hemberî îradeya gelan binkeftin be."

Di daxuyaniyê de hate gotin, çirûska Serhildana 12'ê Adarê peyameke zelal ji gelê serhildêr ên dijî zilm û zorê û siyaseta tunekirinê bû û wiha hate domandin: "Piştî 18 salan ji Serhildana Qamişlo ya 12'ê Adarê ku ji Qamişlo dest pê kir û li seranserî Rojavayê Kurdistanê, Şam, Heleb û Ewropayê belav bû, encama siyasetên qirkirin û tunekirinê yên rejîma Sûriyê xuya bûn. Ev siyasetên ku bi awayên herî tund û qirêj li dijî Kurdan û gelên din ên Sûriyê dihatin meşandin.ʹʹ

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana Qamişlo dîwarê tirsê yê li pêşiya gelê Sûriyê şikand û got: "Gel ji bo banga azadî, rûmetê û ji bo bidawîkirina zilmê dîwarê tirsê şikand. Serhildan çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû, di hemû qonaxên şoreşa xwe de em ji ruhê Serhildana Qamişlo îradeyê digirin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî 18 salan ji Serhildana Qamişlo re hikumeta Şamê hîna bi heman hişmendiyê nêzîkî dozên girêdayî pêşeroja siyasî ya Sûriyê dibe, nexasim bi rêya siyaseta înkarkirin û hişmendiya navendiyê ku hemû çareseriyên Rêveberiya Xweser ên ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê red dike.

Her wiha hate gotin, çirûska Serhildana 12'ê Adarê peyameke zelal ji bo gelê serhildêr ê li dijî zilm, zorê, siyasetên înkarkirinê û hewldanên derxistina fitne û şerê di navbera pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb û Suryan de bû ku bi mîrateya şaristanî, nirxên civakî û têkiliyên jiyana hevbeş ve girêdayî bin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê daxuyand ku divê pergalên ku li ser tunekirina nasnameyên gelên din û qirkirina wan ava bûne, li siyasetên xwe vegerin û rê li ber veguhertinên demokratîk vekirin û got: "

Lê belê, ew pergal heta roja îro siyasetên xwe yên qirêj didomînin û bi hemû cûreyan şerê projeyên demokratîk ên herêmê nexasim Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin û dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê re rewa dikin."

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê û tevahî şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin û hate gotin: "

ʹʹEm ê ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û parastina destkeftiyên ku di encama berxwedana gel û şervanên me hatine bidestxistin, her wiha ji bo rizgarkirina deverên dagirkirî ku êdî bûne çavkaniyên terorê, têkoşîna xwe bidomînin.ʹʹ

(mh)