​​​​​​​PYD: Divê gelê me ji siyasetên guhertina demografiyê baldar bin

PYD`ê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember guhertina demografîk, kuştin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlan piştî erdhejê anî ziman û banga hişariyê li hember mîna van pêkanînan kir.

​​​​​​​PYD: Divê gelê me ji siyasetên guhertina demografiyê baldar bin
18 sibat, 2023   14:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî erdhejê daxuyaniyek da.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piraniya qurbaniyên erdhejê, gelê Kurd, Ereb û pêkhateyên din in ku azarên van gelên azadîxwaz û aştîxwaz zêde kirin.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk erdhej bi kar anî da ku siyasetên xwe yên kevin-nû yên koçşberkirina kurdan û guhertina demografiya herêmê didomîne, ji bo ku mîna herêmên ku ji Sûriyê qut kirine, herêmên ku dagir kirine ji Sûriyê qut bike û tev li erdnîgariya Tirkiyê bike.

PYD`ê diyar kir ku komên çeteyan jî heman siyaseta dagirkera Tirk mîna kuştin, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan didomînin, ji wê zêdetir li rex ku nahêlin alîkarî bigihêjin qurbaniyan malên hilweşiyayî talan dikin û bê fedî miriyan û birîndaran didizin û wan wisa li çolê dihêlin.

PYD`ê wiha domand: “Ev siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne ji damezirandina netewdewletê li Sûriyê û Tirkiyê ve berçav e. Pergalên cuda bi armanca erebkirin û tirkkirina gelê Kurd hewl dan bi rê û rêbazên cuda wî ji warê wî koçber bike. Çi bi rêya koçberkirinê yan jî helandinê yan jî kuştinê yan jî tengavkirina derfetên jiyanê li ser. Ji ber wê, xêrûberakata wî dizîn, ew birçî hiştin û çewisandin, ji bo ku neçar bibe koçber bibe. Çarenûsa yên banga mafên xwe yên rewa kirine jî, kuştin an jî girtin an jî sirgunkirin bû. Ev siyaseta ku li dijî hêzên demokratîk tê meşandin.”

PYD`ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku pergalên zordest ên navendî, erdhej wek firsend bi kar anî da ku gelê Kurd ji warî wî derxe, rê li pêşiya hevkarî û piştevahiyê di navbera gel de girt ji bo ku birînên xwe derman bikin, heta nehiştin tîmên xilaskirin û xêrxwaziyê yên navneteweyî biçin hawara wî.

PYD`ê anî ziman ku siyasetên wan dûrî nirxên mirovahiyê ne û hewl didin ku gelê Kurd rolek di herêmê de nelîze çi li Sûriyê yan jî li Tirkiyê.

Di dawiyê de PYD`ê sersaxî da malbatên mexdûrên erdhejê û şifa ji birîndaran re xwest û wiha got: “Em van kiryarên derexlaqî û dermirovî yên dijminên gelan red dikin. Em destnîşan dikin ku divê gelê me ji van kiryaran hişyar bin. Ji ber ku rêya yekane ya xilasiya ji vê zulmê û şikandina listîkên dijminên gelan, hişyarî, zanabûn, birêxistinkirin û girêdana bi axa welêt û parastina destkeftiyên gel û mafên wî yên adil in. Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser modela herî hevgirtî û çareya herî guncew a aloziya Sûriyê û dozên herêmê ne.”

(şx)

ANHA