Alîkariyên Rêveberiya Xweser gihaştin Heleb û Şehbayê

Alîkariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji mazotê gihaştin kantona Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê yên Helebê de.

Alîkariyên Rêveberiya Xweser gihaştin Heleb û Şehbayê
18 sibat, 2023   14:13
ŞEHBA

100 tankerên mazotê gihaşt herêmên hikumeta Şamê, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 60 tanker ji herêmên hikumeta Şamê re rêkirin, 10 tanker ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re rêkirin û 30 tanker ji kantona Şehbayê re rêkirin.

Nûçegihanê ajansa me yê li Şehbayê, da zanîn ku dê mîqdar li saziyên xizmetguzarî û şêniyan were belavkirin, lê li gorî çavkaniyan dîroka belavkirin û mîqdara ji sazî û şêniyan re hatiye veqetandin, nehatiye diyarkirin.

(fr)

ANHA