Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî

Bi sedan şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî di salvegera wî ya 15′an de bi bîr anî.

Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
18 sibat, 2023   13:43
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê berê xwe da gundê Dadalî yê li rojavayê Kobanê, da ku şehîd Osman Dadalî di salvegera wî ya 15′an de bi bîr bînin.

Merasîm bi meşekê ji pêş mala şehîd Osman Dadalî ber bi gora wî ya li başûrê gund ve dest pê kir.

Piştî şênî gihaştin gora şehîd Osman, li wir endamê Komîteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce axivî û wiha got: "Şehîd Osman kesayetekî civakî bû, di karê xwe de ferq û cudahî nedixist navbera biçûk û mezinan."

Xoce wiha domand: "Armanca wî xizmetkirina gelê xwe bû. Ji kesayetên navdar bû. Dema tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir, kesayeta wî temam û xurt bû. Rola wî li herêmê mezin bû, rojekê jî westan nas nekir."

Xoce wiha pê de çû: "Rejîma Basê kesayeta wî xeter didît. Ji ber wê girt, lê nikarî vîna wî têk bibira. Wê rejîma ku her tim hewl dida demografiya herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê biguhere, plana wê ya têkbirina kurdên li Sûriyeyê bû. Ya herî xeternak jî lihevkirina Edeneyê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di 1998′an de îmze kiriye."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firaêt Ayşe Efendî wiha got: "Şehîd Osman yek ji damezrînerên komîteya lihevanînê li Kobanê û herêmê bû. Rola wî di çareserkirina nakokiyên di navbera şêniyan de mezin bû."

Ayşe wiha dawî li gotina xwe anî: "Di gel rewşên em tê re derbas dibin, em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û em ê li gorî baweriya wan daye me derkevin û dê Rêveberiya Xweser xilasiya me ji zulmê be."

Di dawiyê de kurê şehîd Osman Dadalî, Ehmed Dadalî soz da ku ew ê li ser şopê bavê xwe bimeşe û got: "Em ê di rûyê kesên hewl didin xaka dagir bikin de bibin strî."

Merasîm bi diruşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(fr)

ANHA