​​​​​​​Şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi keda xwe li hember bandorên erdhejê disekinin

Li gel ambargo û derfetên kêm, şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi însiyatîfa xweser alîkariya mexdûrên erdhejê dikin.

​​​​​​​Şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi keda xwe li hember bandorên erdhejê disekinin
15 sibat, 2023   04:27
HELEB

Di demekê de ku hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên dorpêçkirî bibin, şêniyên her du taxan ji bo alîkarî û bicihkirina malbatên ku malên wan ji ber erdhejê ziyan dîtiye, dest bi însiyatîfên ferdî kir.

Welatiyê bi navê Ednan Mistefa xwedî şûştingeha li taxa Eşrefiyê ye. Ednan Mistefa şûştingeha xwe vekir, hin kon û erebe danîn da ku şêniyên zirar ji ber erdhejê dîtine lê bi cih bibin.

′EM BI HÊVÎ NE KURDISTANÎ DESTEKÊ BIDIN′

Mistefa da zanîn ku rewş pir zehmet e û hêvî kir ku di vê krîzê de kurdistaniyên li derveyî welat alîkariya şêniyan bikin.

Ednan Mistefa rola neyînî ya rêxistinan şermezar kir û wiha got: "Rêxistin îdia dikin ku alîkariyan dişînin, lê tiştek tune ye. Pêdiviya zarokan bi şîr û xwarinê heye. Xelkê li vir pir zirar dîtiye."

′DIVÊ EM YEKDEST BIN′

Koçberê ji Efrînê yê li Eşrefiyê bi cih bûye Besam Zilfo jî banga alîkariyê li tevahî Kurdên li cîhanê û rêxistinên Kurdan ên li derveyî Sûriyeyê kir û got: “Divê em yekdest bin û piştgiriya hev bikin. Pêdiviya me bi alîkariyê heye. Ji ber ku piranî avahî li ber gefa hilweşînê ne, em li derveyî malên xwe ne û astengî gelek in."

Zilfo wiha domand: "Pêdiviya me bi tiştên bingehîn ên zarokan wekî şîr û xwarin û hwd heye. Zarok pir azaran dikişînin."

Welatiya bi navê Zuha Hemame ya ji taxa Eşrefiyê got: "Ji roja yekê ya erdhejê ve em ji mala xwe derketine. Me zarok bê betanî û xwarinê derxistin. Em niha li kolanan in, lê ruxmî konan serma zêde ye. Kurê min ê biçûk ji ber sermayê nexweş ket û min wî rakir nexweşxaneyê."

Zuha Hemame di dawiyê de wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku rewşa Sûriyeyan di ber çavan re derbas bikin, betanî, rêbazên germkirinê, derman, xwarinê bi taybet xwarina zarokan peyda bikin û alîkariya me bikin."

(fr)

ANHA