​​​​​​​Ciwanên Til Hemîsê: Kesek nikare roj, azadî û nasnameya me tarî bike

​​​​​​​Ciwanên Til Hemîsê destnîşan kirin ku roja 15`ê Sibata 1999`an ji bo gelên bindest û têkoşer rojeke dijwar bû û gotin: “Kesek nikare roj, azadî û nasnameya me tarî bike.”

​​​​​​​Ciwanên Til Hemîsê: Kesek nikare roj, azadî û nasnameya me tarî bike
14 sibat, 2023   19:14
 QAMIŞLO

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl ên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo li qada avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a rojhilatê navçeyê kom bûn, meşale û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Til Hemîsê Etallah El Sebi daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye ferzkirin şermezar dikin. Sûcên wê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan îsrar û vîna gelên herêmê zêde dike. Ji ber ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhate kirin yek.

Em girêdayî felsefeya rêber Abdullah Ocalan in û kesek nikare roj, azadî û nasnameya me tarî bike.

Em sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin ku fikrê wî bûye çirûska azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê.

Meha Sibatê ji bo gelên ji koletiya hêzên kapîtalîst rizgarbûyî, meheke reş e. 15`ê Sibata 1999`an ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo hemû  gelên bindest û ji bo ji koletiyê û zulmê xilas bibin, tê dikoşin, rojeke dijwar bû. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan bû sedem ku gelên êş kişandine rizgar bibin.”

(şx)

ANHA