​​​​​​​Jinên bi Rêber Ocalan re civiyane: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî geş bikin

Jinên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyane, destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bersiva rejîma dijberî doza azadiya jinan e û got ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê geş bikin.

​​​​​​​Jinên bi Rêber Ocalan re civiyane: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî geş bikin
14 sibat, 2023   23:40
QAMIŞLO - SILAVA EBDUREHMAN

Pergala kapîtalîst bi sedan salan hewl da mirovahiyê ji nirxên wê yên civakî dûr bixe, civakan bike amûr û bixe bin fermana xwe. Bi wê re civakên bêhêvî ava bike. Lê ji ber têkbirina van hemû planan Rêber Abdullah Ocalan tovê hêviyê çand û baweriya civakan geş kir. Jinên di 1992 û 1994′an de  Sûriyeyê bi Rêber Ocalan re civîne, ev yek misoger kir.

′HÊVIYA CIVAKÊN KU KETIBÛN BIN NÎRÊ DESTHILATA KAPÎTALÎST VEGERAND′

Şaha Xelîl a ji gundê Girbawî yê li rojavayê Qamişloyê dema ku 22 salî bû li paytexta Şamê di 1994′an de bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye û diyar kir ku hevdîtinê nêzî 5 saetan dewam kir û wiha got: "Rêber Ocalan li ser pêwîstiya têkoşîna ji bo doza Kurd, azadiya jinan û civakên ketin bin nîrê desthilata kapîtalîst axivî."

Şaha diyar kir ku Rêber Ocalan di xîtaba xwe de hêvî da gelên bindest ku ji koletiya pergala kapîtalîst rizgar bin, bi taybet hêvî da jinê ku xwe bi hêz bike û nebe kiryareke kirîn û firotinê.

Şaha destnîşan kir ku Rêber Ocalan bi rêya vekirina deriyê li pêşiya jinê ku beşdarî hemû aliyên rêveberinê be baweriya jinê bi xwe geş kir. Da ku jin xwe bigihîne civakên ji fikrên desthilat rizgarkirî û wiha got: "Lê Rêber Ocalan got ji bo Kurdistaneke azad divê destpêkê jin were azadkirin."

Şaha wiha domand: "Rêber Ocalan hêz û çeka zanabûnê da me da ku em xwe di civakê de îsbat bikin. Em jî dev ji vê metoda azad bernadin."

Rêber Ocalan di 15′ê Sibata 1999′an de li paytexta Kenya  Nairobi bi komployeke navneteweyî ku di 9′ê Cotmeha 1998′an de hatiye plankirin, hate revandin. Di wê komployê de gelek dewletên Ereb, rojava û dewleta Tirk a dagirker beşdar bûn.

Têkildarî mijarê Şaha destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan bersivdana rejîma dijberî metod û doza azadiya jinê bû û ev tişt anî ziman: "Lê nizanîn ku fikrê wî nayê dîlgirtin û kesek dikare rewşa gel bi giştî biguhere."

Şahayê piştrast kir ku wê ji nêzî 30 salî ve fikir û pêşniyarên Rêber Ocalan ji xwe re kirine bingeha jiyanê.

′ROLA ME PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN E′

Rebîe Zilfo jî ku di 1989′an de kadroyên tevgera azadiya Kurdistanê nas kirine, diyar kir ku dema ew 24 salî bû li Helebê di 14′ê Sibata 1992′yan de bi Rêber Ocalan re civiyaye.

Rebîe wiha got: "Rêber Ocalan nêzî 3 saetan bi me re axivî. Axaftina wî li ser xwezaya Kurdistanê û gelê wê û çawa Kurdistan bû 4 parçe, bû."

Rebîe wiha pê de çû: "Li kêlek wê jî Rêber Ocalan li ser jin û dîroka wê, pêşengtî û çawa mafên wê ji wê hatine standin, axivî."

Rebîe Zilfo (54) eşkere kir ku ji erka gelên azadîxwaz e ku bi şev û roj ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bixebitin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêber Ocalan azadî û demokrasî da me û hewl ji bo doza me da û piştî bi salan ji paşguhkirinê em gihandin bejahiyê. Rola me jî divê em ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bilind bikin."

(fr)

ANHA