Bîlançoya qurbaniyên êrişa li Pakistanê zêde bû: Heta niha 100 kes mirin

Di êrişa xwekuj ya li mizgefta li Peşaverê de hejmara miriyan derket 100 kesî. Piraniya kesên mirine polîs bûn û zêdeyî 225 kes jî birîndar bûn.

Bîlançoya qurbaniyên êrişa li Pakistanê zêde bû: Heta niha 100 kes mirin
31 ÇILE, 2023   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di êrişa xwekuj a li mizgefta li bajarê Peşaver ê bakur rojhilatê Pakistanê de hejmara miriyan derket 100’î.

Di teqîna ku roja duseme pêk hat de piraniya kesên mirine polîs bûn. Midûrê polîsên li Peşaverê Kashîf Atfab Abbasî got ku di teqîna El Cezîreyê de zêdeyî 225 kes birîndar bûne.

Mizgeft di nava kompleksek a ewlehiya hikûmetê de cih digre. Di encama teqînê de, banê mizgeftê hilweşiya û tîmên rizgarker ji bo derxistina cenazeyan, neçar man ku bermayên xerebeyan rabikin.

Raya giştî pirs dikin ku êrişkarê yelekê xwekujiyê li xwe kir, çawa ketiye herêmek a di bin ewlehiya polîsan de.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf roja duşeme serdana nexweşxaneyek a li Peşaverê kir û soz da ku wê “pêngavên tund” li dijî kesên li pişt vê êrişê bê avêtin.