Evîn Cûma: Em ji bo darizandina dewleta Tirk mekanîzmayeke nû lêkolîn dikin

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku têkildarî êrişa li dijî cenazeyê şervana YPJʹê Barîn Kobanê ew makanîzmayeke nû ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lêkolîn dikin.

Evîn Cûma: Em ji bo darizandina dewleta Tirk mekanîzmayeke nû lêkolîn dikin
31 ÇILE, 2023   23:42
QAMIŞLO - SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê di êrişên dagirkirina Efrînê de, sûcekî hovane li dijî şervana YPJʹê Barîn Kobanê kir.

Barîn Kobanê ku li gel hevalên xwe yên şervan û şêniyên Efrînê li ber xwe dida, 1ʹê Sibata 2018ʹan li navçeya Bilbilê şehîd dibe û cenazeyê wê ket destê artêşa Tirk û çeteyên wê. Dagirkeran êrişî cenaze kir û pê lîst.

Di salvegera 5ʹemîn a şehadeta Barîn Kobanê de, rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî sûcê hovane yê li dijî Barîn Kobanê sûcekî şer e û diyar kir gelek rêxistinên hiqûqî ev sûc şermezar kir û di dosyayeke taybet de belge kir.

/kr/uploads/files/2023/01/31/181745_-.webp

Evîn Cûma ji ber vî sûcî banga hesabpirsînê li dadgehên navneteweyî kir û got: "Ev sûcekî şer e ku di dema êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê de hat kirin. Tirsandina sivîlan jî sûcekî şer e, ji ber ku dibe sedema koçberiya niştecihên resen. Ji ber vê yekê divê li pêşiya dadgehên navneteweyî hesab bê pirsîn."

Têkildarî xebatên komeleyê yên der barê doza şehîd Barîn Kobanê de Evîn Cûma ev agahî da: "Me gelek caran hewl da dozekê li dadgehên Tirkiyeyê rakin. Ji bo em karibin dozê rakin Dadgeha Mafên Mirovan, divê destpêkê di dadgehên xwecih re derbas bibe. Lê ne mimkun e dozeke wiha li Tirkiye û hundirê Sûriyeyê were kirin.”

Evîn Cûma bi bîr xist ku dewleta Tirk li gorî peymanên dadgeha cezayan a navneteweyî tev nagere û got: "Li pêşiya rakirina dozan li dijî dewleta Tirk a dagirker astengî hene."

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku komele ji bo rakirina vê dozê li rêbazên din digire û anî ziman ku lêkolînên qanûnî têne kirin da ku rêbazên nû werin peydakirin.

Evîn Cûma behsa rola rêxistinên jinan ên di van dozan de kir û got: "Şermezarkirina mîna van sûcan têrê nakê. Ji bo sûcdar werin cezakirin, divê dozê li dadgeha mafên mirovan û dadgehên navneteweyî rakin. Tê zanîn ku sûcdaran dîmenê xwe yên lîstina bi cenaze parve kiribûn."

Şervana YPJʹê Barîn Kobanê bi navê wê yê rast Emîn Omer sala 1988ʹan li gundê Iqer Kelbên ê Helebê jidayik bû. Barîn Kobanê di nava malbateke welatparêz de ku ji 5 xweşik û 3 birayan pêk tê, mezin bû. Barîn di 2014ʹan de tev li refên YPJʹê bû û di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû.

Barîn Kobanê ne şehîda yekemîn e ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi cenazeyê wê lîstin. Di Cotmeha 2019ʹan de dema êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî heman sûc li dijî sekretêra berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevîn Xelef kir. Her wiha di 21ʹê Cotmeha 2019ʹan de li gundê Çelebiyê yê Kobanê bi cenazeyê şervana YPJʹê Amara Rênas lîstin.

(bb)

ANHA