​​​​​​​Li Reqayê tuneleke çeteyên DAIŞ'ê hat dîtin

Di çarçoveya pêngava "Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê" de hêzên hevbeş tuneleke çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê dîtin.

​​​​​​​Li Reqayê tuneleke çeteyên DAIŞ'ê hat dîtin
31 ÇILE, 2023   17:29
REQA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek der barê pêngava “Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê” da.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên hevbeş ên Pêngava ‘Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê’ vê sibehê tuneleke çeteyên DAIŞ’ê dît ku di dema dagirkirina Reqayê de bi kar dianîn.

Di operasyona lêgerînê de hêzan tunelek li nav avahiyên taxa Mişleb bi dirêjiya nêzî 50 metre bi kûrahiya 5 metre li bin erdê ye dît ku tê de hejmareke mezin a çete û cebilxaneyê dihat bicihkirin.

(mh/şx)

ANHA