​​​​​​​Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê li gel şandeya Trade The Unions

Îro şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerê MSD`ê yên Brîtanyayê li gel şandeyeke Yekitiya Sandîqeyên Karkeran a Brîtanyayê li nivîsgeha yekitiyê ya li Londonê civiyan.

​​​​​​​Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê li gel şandeya Trade The Unions
31 ÇILE, 2023   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê rêveberiyê yê Ewropayê Dr. Ebdulkerîm Umer, Nesrîn Yusif, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê Brîtanyayê Ehmed Mihemed, pêk hat.

Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe der barê rewşa giştî ya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de parve kirin. Şandeya herêmê, ji yekitiyê re aloziya aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama dorpêçê de, çawa alîkariyên mirovî yên civata navneteweyî nagihêjin herêmê bi rêbaza ku tê xwestin şîrove kirin û got ev yek bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî ya welatiyan dike.  Her wiha şandeyê astengiyên siyasî û ewlehiyê, teror û rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehan de û pêwîstiya darizandina wan, rewşa malbatên wan ên li kampên Hol û Roj dimînin û pêwîstiya pêkanîna civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li hember vê mijarê, parve kirin.

Di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker hatin nîqaşkirin ku aloziya Rûsya û Ukraynayê bi kar tîne da ku êriş herêmê bike. Şandeyê ji yekitiyê re şîrove kir ku ev yek dê bibe sedema koçberkirina bi sedhezaran sivîlan û têkbirina ewlehiya herêmê ku derfetê dide DAIŞ û terorê.

Şandeya yekitiya brîtanî jî, fedakariyên kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terorê silav kirin û tecrubeya Rêveberiya Xweser a ku ji pêkhateyên cuda yên herêmê ava bûye, bi erênî nirxandin. Şandeyê îşaret bi rola jinan di rêveberiyê de kir û destnîşan kir ku destekdayîna Rêveberiya Xweser dikin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî ewlehiya herêmê şermezar kirin.

(şx)