Rûspiyên eşîrên Ereb teqezî bi şopandina fikrê rêber Abdullah Ocalan kir

Rûspî û serokeşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Rûspiyên eşîrên Ereb teqezî bi şopandina fikrê rêber Abdullah Ocalan kir
31 ÇILE, 2023   15:09
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirin û ravekirina geşedanên siyasî yên li ser asta Sûriyê û herêmê, civîneke berfireh li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê, li dar xist. Di civînê de rûspî û serokeşîrên Ereb û endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeyê beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Heyal El Xiwêr bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destanên dîrokî di parastina herêmê de nivîsandin.

El Xiwêr wiha axivî: “Civîna bi dirûşma ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî’ li dar ketiye, nîşan dide ku rûspî û serokeşîrên Ereb bi hevgirtina xwe û piştgiriya fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Ocalan hemû fîtneyên li herêmê têk birine.”

Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Fîdan Sîdo bûyerên herî girîng ên sala 2022'yan anîn ziman û destnîşan kir ku armanca hêzên derve têkbirina hevgirtina civakî û çandî ya li Rojhilata Navîn e.

Fîdan her wiha got: "Armanca sereke ya ji destpêka şerê cîhanî yê sêyemîn, parçekirina Rojhilata Navîn û avakirina dewletên biçûk e, ew jî ji bo ku kontrolkirina herêmê û xêrûbêra wê hêsantir bike û ew di aliyê zanistî de bi pêş nekeve."

Fîdan wiha domand: "Avakirina pergaleke demokratîk çareseriya herî guncaw a tevahiya dewletên cîhanê û bi taybetî ya Rojhilata Navîn e, tirsa dewleta Tirk a dagirker a neteweperest dihêle ku ew projeya demokratîk têk bibe, ji ber wê jî ew li Rojhilata Navîn êrişan pêk tîne û hewl dide deverên cuda dagir bike."

DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE

Her wiha, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got: "Kirîzên siyasî û şer û êrişên terorîst bandoreke nerênî li herêmê kir, lê bi saya hevgirtina gelê me û fedakariya wî em van pirsgirêkan derbas dikin."

Yûnis wiha domand: "Gefên dewleta Tirk a dagirker her didomin, armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye, ku bi vê yekê hewl dide di hilbijartinan de raya giştî û ya gelê Tirkiyê bi dest bixe, divê gel li hember van kiryaran hişyar be û wan rawestîne."

Yûnis di dawiya axaftina xwe de der barê aliyê aborî û xizmetguzariyê de axivî û destnîşan kir ku gelek pirsgirêk û kêmasiyên xizmetguzariyê hene ku divê gel bizane çiqas derfeta çareserkirina wan li ba Rêveberiya Xweser heye, nexasim piştî hedefgirtina sazî û kargehên petrol û gazê û hişkesaliya ku li herêmê xistiye, her wiha Yûnis bang li rûspî û serokeşîrên Ereb kir ku ji bo derbaskirina vê qonaxê piştigiriyê bidin Rêveberiya Xweser û QSD'ê.

Yûnis destnîşan kir ku divê her kes dengê xwe bilind bike ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan da ku di nav gelê xwe de be û kirîzên herêmê çareser bike.

HÊVÎ BI CIWANAN BILIND E

Piştre, rûspiyê eşîra El Sade, Hisên El Sade teqezî bi girtina sîxur, xayîn û şaneyên veşartî û destekdayîna QSD'ê kir û got: "Dawiya çeteyan dê li ser destê lehengên me be."

El Sade wiha domand: "Xuya ye ku ji ber hevbeşiya berjewendiyan êrişên hewayî û bejayî yên li dijî herêmên me hatine erêkirin, lê em ê heta dawiyê li ser vê xakê bin û wê biparêzin."

El Sade bang li ciwanên herêmê kir û got: "Hêviya me bi we bilind e, parastina xaka me û desykeftiyên şehîdan erka we ye."

Di dawiya axaftina xwe de El Sade diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikrê ronak e ku ew ê herêmê ji zordestiyê ber bi demokrasiyê ve bibe.

(mh/şx)

ANHA