​​​​​​​Kartal: Ji bo ronîkirina komkujiyê divê Kurd zextê li Fransayê bikin

Remzî Kartal destnîşan kir ku êrişên li ser Kurdên li Fransayê nîşan dide ku dewleta Tirk a kûr navendeke Gladyo li Fransayê ava kiriye û bi hêzên Ewropayê re têkildar e. Kartal bang li gelê Kurd kir ku zextê li hikumeta Fransayê bike da rastiya komkujiyê eşkere bike.

​​​​​​​Kartal: Ji bo ronîkirina komkujiyê divê Kurd zextê li Fransayê bikin
29 kanûn, 2022   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser komkujiya duyemîn a Parîsê û got: “Ev ne cara yekemîn e ku jinên pêşeng tên hedefkirin. Di 9’ê Çileya 2013’an de jî 3 jinên pêşeng li Parîsê hatin hedefkirin, cara duyemîn jî di şexa jina pêşeng Evîn de, xwest tevgera jinan bike hedef.”

ÊRIŞÊN TOPYEKÛN DIKE

Kartal bal kişand ser planên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan û got: “Divê em bizanin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li gor planên birêkûpêk pêk tîne da ku îradeya gel têk bibe. Di aliyê leşkerî de, dewleta ji çend mehan ve li dijî gerîla êrişan pêk tîne û hemû cûreyên çekên pêşketî û yên kîmyewî bi kar tîne. Lê belê tu pêşketin bi dest nexist. Di aliyê siyasî de jî berxwedana rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê planên wê yên siyasî jî têk birin.”

Kartal di dewama axaftina xwe îşaret bi berxwedana gelê Rojava ya li hemberî êrişên dewleta Tirk kir û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker hewl da êrişeke berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bîne, lê bi berxwedana gel a li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî hewldanên wê têk çûn. Dewleta Tirk ji bo ku binkeftinên xwe yên hundirîn ên siyasî û aborî veşêre, plana pêkanîna êrişan li ser saziyên gelê Kurd ên li Ewropayê danî. Ev plan jî wê bi îrade, hêz û îsrara gelê me yê berxwedêr têk biçe.ʹʹ

 “DEWLETA TIRK A KÛR NAVENDEKE GLADYO LI FRANSAYÊ AVA KIR”

Remzî Kartal destnîşan kir ku êrişên li ser Kurdên li Fransayê nîşan dide ku dewleta Tirk a kûr navendeke Gladyo li Fransayê ava kiriye û bi hêzên Ewropayê re têkildar e. Kartal  bi bîr xist ku di 2013’yan de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye li dijî 3 jinên Kurd; Sakîne, Leyla û Fîdan komkujî pêk anîn û vê dawiyê li dijî çalakvan û hunermendên Kurd jî li heman cihê komkujiyeke din jî pêk anîn.

Kartal bal kişand ser helwesta hikumeta Fransayê ya li hember gelê Kurd û got: "Li ser asta hikumeta Fransayê vê dawiyê pêşketinên nû derketin. Serokatiya Fransayê vê dawiyê daxyaniyek da, tê de êrişên li ser Kurdên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Lê divê bi awayekî erênî li vê helwestê were nêrandin."

ÊRIŞ LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E

Remzî Kartal wiha domand: “Komkujiya duyemîn a Parîsê ya ku di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn) û 2 Kurdên din (hunermend Mîr Perwer û Ebdurehman Kizil) şehîd bûn êrişa li dijî hemû Kurdan e. Em bang li hikumeta Fransayê dikin ku rastiya vê komkujiyê eşkere bike.”

Kartal bang li Kurdên li Ewropayê kir ku asta têkoşîna xwe xurt bikin da ku rastiya komkujiyê û kesên li pey wê bên eşkerekirin. Kartal got: "Qatilê ku komkujî pêk anî girtiyek bû û berî komkujiyê bi 10 rojan derket. Ev nîşan dide ku komkujî plankirî bû. Eşkerekirina rastiya vê komkujiyê berpirsyartiya hikumeta Fransayê ye. Wekî ku min got, ev yek daxwaza tevahî gelê Kurd û dostên wê ye."

Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd di deh salên dawî de berxwedaneke mezin meşand û got: "Li Rojava gelê Kurd û dostên wê serkêşiya şoreşeke mezin dikin ku li tevahî cîhanê deng veda ye. Li Bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd plana şer a rejîma Tirk vala derxist. Li Rojhilatê Kurdistanê jî jin pêşengiya serhildana ʹJin, Jiyan, Azadîʹ dike ku bala tevahî cîhanê anî ser xwe."

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bang li gelê Kurd kir ku li hemberî planên qirkirinê bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em nêzî sedsaliya Lozanê dibin. Ev pêvajo ji bo tevahî gelê Kurd çarenûsî ye. Tê xwestin ku Kurd têkoşîna vegerandina mafên xwe yên rewa xurt bikin da ku planên qirkirinê yên dewleta Tirk têk bibin. Bi xurtkirina têkoşînê wê siyasetên Ewropayê yên li beramberî Kurdan werin guhertin. Kurd bi têkoşîna xwe dikarin bandorê li dadgeha Parîsê bikin da ku rastiya her du komkujiyên li dijî pêşengên gelê Kurd eşkere bike."

ANHA