Zêdetirî 300 rêxistin û kesayetên cîhanî li benda bersiva Sekreterê Giştî yê NY’ê ne

Zêdetirî 300 rêxistinên ji 29 welatên cuda ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê daxwaznameyek îmze kiribû, li benda bersiva Sekreterê Giştî yê NY’ê António Guterres ne.

Zêdetirî 300 rêxistin û kesayetên cîhanî li benda bersiva Sekreterê Giştî yê NY’ê ne
29 kanûn, 2022   06:33
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÎ

Berî nêzî mehekê, Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re daxwaznameyek şand. Daxwazname ji aliyê zêdetirî 300 rêxistin û kesayetên ji 29 welatên li seranserî cîhanê hatiye îmzekirin û tê de daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye kirin.

Heta niha jî navendê tu bersiv ji berpirsên naveteweyî negirtiye.

Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên helwesta NY’ê rexne kir û got: “Heta niha NY bersiva daxwaznameya me nedaye. Lê em baş dizanin ku daxwaznameya me gihîştiye destê wan û ew dê li ser nîqaş bikin. Der barê vê mijarê de dibe ku gavên nû werin avêtin di dema pêş de.”

Nûrşan destnîşan kir ku bersiva civaka sivîl a cîhanî û piştgiriya wan ji bo rawestandina êrişan bi tevlêbûna di hemleya îmzekirinê de zelal bû.

(mh)

ANHA