​​​​​​​QSD`ê li dijî DAIŞ`ê operasyona ‘Birûska Cizîrê’ da destpêkirin

QSD’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Hol û Til Hemîsê operasyonek bi navê ‘Birûska Cizîrê' (Saîqet El Cezîre) da destpêkirin.

​​​​​​​QSD`ê li dijî DAIŞ`ê operasyona ‘Birûska Cizîrê’ da destpêkirin
29 kanûn, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hemwextî gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst jî êrişên xwe li dijî xelkê herêmê û bi taybet civakên li dijî hişmendiya hov a vê rêxistina terorîst disekinin, zêdetir kirin. Civakên me yên xwedî tedbîrên eşîretî yên li dijî serweriya terora DAIŞ`ê û gelê me di têkbirina qaşo xîlafetê de roleke sereke li kêleka hêzên me lîst. Ji lew re, şaneyên vê rêxistina terorîst di dema dawîn de û bi taybet li gel mijûlbûna hêzên me bi bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker re, careke din hovîtiya xwe nîşan da û tevgera xwe zêdetir kir. Di wê çarçoveyê de bi rêya belavokan gef li dijî hemû kesên ku di tunekirina şopên serweriya DAIŞ`ê de rolekê dilîzin û carek din jiyanê li civakên xwe vedigerînin, xwarin.

Şaneyên rêxistina terorîst di dema dawîn de tevgera xwe ya biçekkirin û fînansekirinê bi rêya “zekatê” zêde kirin, her wiha êrişên terorîst pêk anîn. Herî dawî êrişî girtîgeha li Reqayê ku endamên wan tê de bûn û navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku bi erka parastina herêmê radibû. Her wiha piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk 8 caran hewl da êrişî Kampa Holê û herêmên li Dêrazor û Hesekê bikin, lê hewldanên wan ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin. Ev yek niyeta DAIŞ`ê ya sûdwergirtina ji hemû şert û mercan ji bo zêdekirina tevgera şaneyên xwe û pêkanîna êrişên terorîst nîşan dide.”

DESTPÊKIRINA OPERASYONA SAÎQET EL CEZÎRE

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de operasyona ‘Birûska Cizîrê’ li dijî DAIŞ`ê ragihand û da zanîn: “Li gel peydanekirina çareseriyên cîhanî ji bo vê diyardeyê û kêmbûna piştgiriyê li gorî xeteriya mezin a vê rêxistina terorîst li ser herêmê û cîhanê çêdike, hêzên me di demên dawîn de li hember xetereya DAIŞ`ê û ji bo rê li pêşiya çalakbûna wê bigirin, fedakariyên mezin kirin. Hêzên me careke din tekez dikin ku di dema pêş de têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê esasê û ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û paqijkirina herêmên ku teror lê heye, hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê saet di 01:00`ê de piştî nîvê şeva pêncşemê (29`ê Kanûnê) li herêmên ku jê êrişên terorîst ên dawîn li dijî kampa Holê, Hesekê, başûrê Qamişlo pêk hatin û jêdera êrişên muhtemel e bi taybet li herêma Holê û Til Hemîsê, operasyona Birûska Cizîrê da destpêkirin.”

DESTPÊKA OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ`Ê YÊN 2023’YAN

QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha lê zêde kir: “Ev operasyon di çarçoveya pêwîstiya lezgîn de û ji bo rakirina tola şehîdên xwe yên li Reqayê şehîd bûne, pêk tê. Ev operasyon dê bibe destpêka operasyonên li dijî rêxistinên terorîst di sala 2023`yan de. Li ser wê bingehê, hêzên me dê li hember xeteriyênli ser jiyana gel û saziyên me bi awayekî cidî û hişk tev bigerin.”