​​​​​​​′Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çalakiyan dewam bikin′

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê hevkariya CPT′ê di dewleta Tirk a faşîst re di tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de rexne kir û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çalakiyên xwe dewam bikin.

​​​​​​​′Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çalakiyan dewam bikin′
29 kanûn, 2022   00:46
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Ji zêdetirî 23 salan ve, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan biriye, li hember wê yekê bertekên gel zêde dibin.

Di 20-29′ê Îlonê de, CPT′ê serdana girtîgeha Îmraliyê kir û tu agahî li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re eşkere nekirin.

Li ser nepêkanîna CPT′ê ji erkên xwe yên bingehîn re, hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê Îmad Teteryan got divê CPT′ê tiştê di hundirê girtîgeha Îmraliyê de pêk tê; ji tecrîda giran a li dijî rêber Ocalan û tevahî girtiyên siyasî eşkere bike.

Teteryan wiha got: "Tecrîda li dijî rêber Ocalan derexlaqî û derqanûnî ye û divê CPT′ê bersivê bide xwestekên gelê li tevahî parçeyên Kurdistanê û divê dewletên cîhanê zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku parêzer û malbat rêber Ocalan bibînin da ku rewşa wî ya tenduristî bizanin."

′CPT′Ê XIZMETÎ SIYASETÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIKE′

Teteryan wiha domand: "Dema CPT′ê ji erkên xwe yên bingehîn û berpirsiyariyên xwe yên li hember sûcên dewleta Tirk ji tecrîda giran a li dijî rêber Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatê pê re, direve ev yek nîşaneya hevkariya CPT′ê bi desthilatên Tirkiyê re û teşwîqa siyasetên çewisandinê li dijî girtiyên siyasî ye."

Teteryan bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê û wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gel û rêbertî ji hev bi dûr bixe û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Îmad Teteryan wiha dawî li gotina xwe anî: "EW gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakiyên xwe di çarçoveya xwestekên xwe de yên eşkerekirina rewşa rêber Ocalan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî dewam bikin."

(fr)

ANHA