PANORAMA 2022-10

PANORAMA 2022-10
29 kanûn, 2022   04:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala perwerdeyê ya 2022-2023′yan de girîngî da sîstema nirxandinê, dibistan û fakulteyên nû ava kirin û dersên olî derbasî dibistanan kirin.

Di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de perwerde bi sê zimanên sereke (kurdî, erebî û suryanî) tê dayîn, her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18′ê Îlonê dibistan vebûn.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 156 dibistan hene. Di van dibistanan de 809 hezar û 123 xwendekar perwerde ji hêla 41 hezar û 82 mamosteyan ve dibînin.

Di 2022′yan de desteyê 4 dibistan ava kirin. Li gorî desteyê, ji ber êrişên çeteyên DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker 168 dibistan bi awayekî qismî û 180 dibistan bi temamî wêran bûne.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 3 dibistan hatin vekirin. Di van dibistanan de meteryalên Rêveberiya Xweser bi zimanên erebî û kurdî tên dayîn.

SÎSTEMA NIRXANDINÊ

Di sala 2021-2022′yan de bi rêya pêkanîna sîstema nirxandinê li şûna sîstema perwerdehiyê pêşketineke berbiçav çêbû. Lê ev sîstem ji bo hemû qonaxan ne derbasdar bû. Di sala 2022-2023′yan de ev sîstem derbasî hemû qonaxên perwerdeyê; seretayî, navîn û amadehî de bû.

Li gorî sîstema nû, yekbûna ezmûnên astên navîn û amadehî li herêma Cizîrê hate rakirin û pêk hat. Girîngiya vê sîstemê li ser nixandinê ye. Xwendekar ji refekê derbasî refê din dibe, bêyî ku di ezmûna nîvê salê yan jî yê dawî re derbas bibe. Ev nirxandin li gorî reftara xwendekar ku mamoste nirxandina wê dikin, pêk tê. Xwendekar li gorî bendên reftarên wî/wê li dibistanê û dan û standina bi derdor re, her wiha ezmûnên devkî, nivîskî, tevlêbûna li waneyan û performansa wî/wê li ser lênûskê tê nirxandin. Armanca bingehîn ji sîtema perwerdê li dibistanên Rêveberiya Xweser ew e ku  reftar xwendekar were guhartin, bi wê re fikir û hizra wî/wê dibe diyalîktîkî, mentiqî, dikare encam û analîzan bike.

SÎSTEMA XWENDINA SERBEST

19 ′ê Hezîrana 2022′yan cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema perwerdeya serbest ji bo xwendekarên bawernemeyên navîn û amadehî  hate ragihandin.

WANEYÊN ÊZIDÎ Û ÎSLAMÎ DERBASÎ DIBISTANAN BÛN Û AMADEKARIYA XIRISTIYANÎ TÊ KIRIN

Di sala 2022ʹyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê dersên ola êzidiyatî derbasî dibistanan kir. Bi koordînaya komîteya pispor a Mala Êzidî û Saziya Amadekirina Meteryalan wêne derbasî refa 4′an kirin. Di heman demê de amadekirî tê kirin ku waneyên ola xiristiyan derbasî dibistanan bibin. Her xwendekarek xwendekar bi zimanê xwe fêrî ola xwe bin.

Hevesrokê Saziya Meteryalan Mekseb El Seyah demeke berê gotibû ew ê waneyên olê bixin qonaxên seretayî û navîn ʹʹJi ber di wan qonaxan de xwendekar di aliyê fikrê de têgihîştî ye û dikare fikrên olî û ruhê pêşwaz bike.ʹʹ

El Seyah wıha domandibû: "Ji bo pêkhateyê Ereb wê pirtûkên ola îslamê werin amadekirin, ji bo pêkhateyê Kurd jî pirtûkên refa 6ʹan a seretayî amade heye. Pirûka ola êzdiyatî jî ji bo refa 4ʹan amade ye."

Têkildarî pirtûkên ola xiristiyan El Seyah wiha pê de çûbû: "Em li ser avakirina komîteyekê ji bo amadekirina pirtûka ola xiristiyan dixebitin. Saziya Meteryalan ji bo wê yekê amade ye.

Me girîngî da ku xwendekar fêrî ol û baweriya xwe bibin. Lê di qonaxa amadehî de perspektîfên me yên din hene. Divê pirtûkên giştî olên din hebin. Ji ber xwendekar digihîne asta zanabûnê. Ew jî piştî perwerdeyên bingehîn ên li ser ol û baweriya xwe girtin û ji ol û baweriyên gelên din re vekiribûn."

DEWLETA TIRK A DAGIRKER XWENDEKAR JI XWENDINÊ MEHRÛM KIRIN

Hejmara xwendekarên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê 6 hezar e. Komeleya perwerdê îsal dibistaneke nû li her kampekê vekir, bi wê re hejmara dibistanan li her du kamapan bû 6 dibistan.

20′ê Mijdara 2022′yan, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê neçar man ku ji 461 dibistanên nêzî eniyên şer ên gundewarê Kobanê, 19 dibistan bigire

Di 22′yê Mijdarê de, dewleta Tirk a dagirker dibistana yekane ya li gundê Koran ku 20 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê wêran kir.

Li gundên Zirgan û Til Temirê yên nêzî eniyên şer, bi hezaran xwendekar ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji perwerdeyê bêpar man. Bi destpêka sala perwerdeyê ya 2022-2023ʹyan re, li navçeya Til Temirê tenê 75 dibistanên her sê astan hatin vekirin û 4 hezar û 51 hezar xwendekar berî dan van dibistanan.

DORPÊÇA LI SER ŞEHBA, TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BANDOREKE MEZIN LI XEBATA PERWERDÊ KIR

Ji ber ambargoya ku Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê 4′ê Kanûna 2022′yan ragihandibû ku dewama dibistanan heta hefteyekê taloq kiribû û piştre hefteyeke din dirêj kir. Ji ber vê yekê nêzî 15 hezar xwendekarên li 72 dibistan û peymangehan dixwînin ji xwendinê mehrûm bûn.

JI DIBISTANÊ BER BI ZANÎNGEHÊ VE

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zanîngeh hene; Rojava, Şerq û Kobanê.

Di 2022′yan de Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Zanist û Teknolojiyê li Zanîngeha Rojava hatin vekirin.

Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî ji beşên wêjeya kurdî, wêjeya erebî, werger, dîrok, erdnîgarî, jineolojiya û hunerên bedew pêk tê.

Fakulteya Zanistên Xwezayî û Tekonolojiyê ji beşên endizyariya peywendiyan, endizyariya mekatronîk,  endizyariya computer, fîzya, kîmya, zanist, bîrkarî û biolojiya pêk tê.

Li kêkel fakulteyan beşên zanistên siyasî, endizyariya çandinî, endizyariya petrol û petrokîmya, avahîsaziya jîngehê, tib, hiqûq, zanistên olî, perwerde hene.

Her wiha 3 peymangeh jî hene; peymangeha endizyariya medenî, peymangeha bilind a ragihandinê, peymangeha bilind a zanistên rêveberî û darayî.

XWENDINA BILIND

Bi armanca pêşxistina xwendina bilind, fakulte û beşên xwendinên bilind ên zanistên siyasî, dîrok, petrol, fîzîk û kîmya hatin vekirin.

ZANÎNGEHA KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê ji fakulteya wêje pêk tê û tê de beşên wêjeyên kurdî û erebî hene, fakulteya zanistên xwezayî jî tê de fîzya, kîmya, bîrkarî û biyolojiya hene.

Her wiha 4 peyman jî hene. Peymangeha zanistên perwerdeyî ji  beşên; erdnîgarî, mamosteya refan, ingilîzî, fîzîk, kîmya, bîrkarî  û biyolojiya pêk tê. Peymangeha rêveberî û darayî, peymangeha teknolojî ji du beşan mekanîk û kehrebe pêk tê. Peymangeha tibî ji beşên benckirin, testkirin û hemşîretî pêk tê.

ZANÎNGEHA ŞERQ

Zanîngeha Şerq ji fakulteyên hiqûq, endizyariya çandinî, zanist, perwerde, wêje û zanistên civakî, peymanên zimanê ingilîzî, teknolojî, zanistên rêveber û darayî pêk tê.

ZÊDETIRÎ 100 XWENDEKARÎ JI ZANÎNEGEHÊN KOBANÊ Û ROJAVA DERÇÛN

Di 2022′yan de 73 xwendekar ji Zanîngeha Rojava ji beşên biyolojî, dîrok, zimanê Kurdî, fîzîk û kîmeya, her wiha 32 xwendekarên ji Zanîngeha Kobanê ji pisporiyên cuda, derçûn.

(fr)

ANHA